Li pêş Girtîgeha Tarsusê çalakî: Em ê tecrîdê bişkînin 2019-03-20 19:13:23   MÊRSÎN - Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrsînê, li pêş Girtîgeha Kampusa Tarsusê daxuyanî dan û gotin: "Ji bo em tecrîdê bişkînin em soza têkoşinê didin."    Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrsînê, li pêş Girtîgeha Kampusa Tarsusê daxuyanî da û piştgirî da çalakgerên di grevê de. Li ser navê komîsyonê Berdevkê Meclîsa Bajar a HDK'a Mêrsînê Selahattîn Guvenç daxuyanî da. Dema daxuyanî dan komê bê navber dirûşmeya "Bijî berxedana zindanan" berz kirin. Guvenç, diyar kir ku ji bo bibin dengê girtiyan vê daxuyaniyê didin û wiha got: "Ji bo em tecrîdê bişkînin em soza têkoşinê didin. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Em bi hevalên xwe yên girtî re axivîn. Îro ne tenê ew di bin tecrîdê de ne. Îro hemû civak di bin tecrîdê de ye. Ji bo em nişan bidin ku em li pişt wan in em li vir vê daxuyaniyê didin. Ji bo em piştevaniya malbatan bikin em li vir in. Ji niha û şûnde di her hevdîtinê de em dê li gel malbatan bên û daxwazên girtiyan bînin ziman. Ji bo em vê tecridê bişkînin em soza têkoşînê didin."    Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.