Qurnefil danîn ser gora Zulkuf Gezen 2019-03-20 18:55:38   AMED - Malbata Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekirdagê li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, piştî sersaxî bi dawî bû çûn ser gora Zulkuf û qurnefil danîn ser gorê.    Malbata Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tipa F-2 a Tekirdagê çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, piştî sersaxî bi dawî bû çûn ser gora Zulkuf. Sersaxiya ku ji bo Zulkuf Gezen ali Mala Şînê ya Şaklatê ya li taxa Huzurevlerî 3 roj berê danîn îro bi dawî bû. Malbatê ku polîsan cenazeyê kurê wan desteser kir û bêyî destûra wan defin kiribûn. Roja din destûr nedabû ku malbat biçin ser gorê. Hevserokê Giştî ye HDP'ê Sezai Temelli, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û parlamenterên HDP'ê xwestibûn bi girseyî biçin ser gorê, lê polîsan destûr nedabûn. Heyet piştre çûn mala sersaxiyê û li mala sersaxiyê piştgirî dabûn malbatê. Piştre ji Riha, Mêrdîn, Êlih, Çewlîk, Şirnex, Sêrt û gelek bajarên din tevi hemû astengiyan hatin serxiya Zulkulf.  Piştî sersaxî bi dawî bû çûn ser gora Zulkuf û qurnefil danîn ser gorê.