Li Denîzliyê bi hezaran Newrozê pîroz kir 2019-03-20 18:18:52   DENÎZLÎ - Rêxistina HDP'ê ya Denîzliyê bi tevlêbûna hezaran welatiyên Denîzliyê Agirê Newrozê geş kir. Welatiyên Newroz pîroz kirin, di pîrozbahiyê de dirûşmeya “Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin. Parlamenterê HDP’ê Murat Çepnî, diyar kir ku Newroza îsal dê bibe zîrveya têkoşînê.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Denîzliyê, bi dirûşmeya “Teqez emê bi ser bikevin" li Qada Pazarê ya taxa Muratdede  bi tevlêbûna hezaran welatiyan Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiya Newrozê de Parlamenterê HDP'ê ê Îzmirê Murat Çepni, Namzetên Hevşaredariya Denizliyê, Hevserokên HDP'e yên Denîzlî jî di navde bi hezaran welatî amade bûn. Welatiyên bi cilên xwe yên herêmî û rengîn tev li pîrozbahiyê bûn qada Newrozê xemilandin. Bi hezaran welatiyên li qada Newrozê kom bûn bê navber dirûşmeya “Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin.    'NEWROZ DÊ BIBE ZÎRVE'    Di pîrozbahiyê de Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Murat Çepnî axivî û xwest  Newroz ji bo hemû gelê cîhanê aştî û azadiyê bîne. Çepnî, da zanîn ku di bin baneyê HDP’ê de dê wekhevî û demokrasiya gelan wê pêş bikeve û wiha axivî: “Newroz dê bibe zîrveya vê têkoşînê. Koalîsyona AKP-MHP'ê demek dirêj e tenê şer pêş dixe. Tenê soza şer dide. Xwestin li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn şer geş bikin. Li Tirkiye 15 milyon mirov ji birçîbûna can didin."    Pîrozbahiya Newrozê bi stranên solîsta Agirê Jiyan Mervan Tan berdewam kir.