Rojnamegerên li Mêrdînê hatin binçavkirin hatin berdan 2019-03-20 17:32:03     MÊRDÎN - Nûçegîhana JINNEWS'ê Rojda Aydin û Nûçegîhanê MA'yê Ahmet Kanbal dema ku daxuyaniya li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê a HDP'ê  dişopandin hatin binçavkirin, hatin berdan.    Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyanî da. Nûçegîhana JINNWES'ê Rojda Aydin û Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal dema ku daxuyaniya li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê dişopandin hatin binçavkirin.  Rojnameger Aydin û Kanbal ên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê û îfadeyên wan girtin. Piştî îfadeya wan girtin serbest berdan.