HDP’iyan kargeha malbata Şenyaşar ziyaret kir: Wê biryara Pirsûsê heman biryar be 2019-03-20 16:57:32   RIHA – HDP’iyan dikana malbata Şenyaşar ên 3 ferdên wan beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê li Pirsûsê ji aliyê AKP’iyan ve hatin qetilkirin ziyaret kir. Esnafek di ziyaret de got: “Cîranên me li vir kuştin. Ji vê zilmê re bêdeng nemînin. Wê di vê hilbijartinê de jî biryara Pirsûsê heman biryar be.”  Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Navçeya Pirsûsê ya Rihayê Hatîce Çevîk û Abdullah Polat, Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan û rêveberên HDP’ê welatî û esnafên Pirsûsê ziyaret kirin. Esnaf û welatiyan namzetên HDP’ê bi kêfxweşî pêşwazîkirin û desteka xwe diyar kirin.    ‘WÊ PIRSÛS WINDA NEKE’    HDP’î çûn serdana dikana malbata Şenyaşar ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de 3 ferdên wan ji aliyê AKP’iyan ve hatin kuştin. Esnafan got wan qetilkirina malbata Şenyaşar ji bîr nekirine û wek her hilbijartinê dê di vê hilbijartinê de jî Pirsûsê winda nekin.    'CÎRANÊN ME QETIL KIRIN’    Di serdanê de esnafekî got: “Cîranên me li kuştin. Ji vê zilmê re bêdeng nemînin. Di vê hilbijartinê de jî wê biryara Pirsûsê heman biryar be.” Hin esnafên din jî ji HDP’iyan re gotin: “Dîwarên beton ên li dora şaredariyê em ê rakin. Şaredarî Ya Me Ye.” Esnafan bi van peyaman xwe ji qewirandina qeyûm re amade kirin.    ‘EM Ê VÊ KOLANÊ JI BÎR NEKIN’    HDP’iyan dikana malbata Şenyaşar lê hatin qetilkirin jî ziyaret kirin. Parlmenter Omer Ocalan got: “Qetla ku li vê dikanê pêk hat di esasê xwe mînaka zilmê ya herî şênbere ku zilma bi salane li ser gelê kurd didome nîşan da. Em ê vê kolanê û malbata Şenyaşar ji bîr nekin. Hevşaredar Hatîce Çevîk jî hevalek ji we ye. Guh bidin çîroka wê.”    SIWÊREG    Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Siwêregê Turan Tuysuz û rêveberên HDP’ê jî li herêmên Karakeçî û Karahanê serdana welatiyan û rûsipiyên gundên Gogerçîn, Hamamveran, Kela, Xelef, Keçîkuyu, Xerabreş, Dalpek û Mirxasê ziyaret kirin.    Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Siwêregê Emîne Çetîner jî li navenda navçeyê bi hilbijêran re hat gel hev. Çetîner derî bi derî geriya û destekê ji hilbijêran xwest. Piştî serdana li taxan jî çû serdana nûnerên saziyên civakî.