Rojnamegerên jin ên Rojava: Nûjiyan bû zimanê heqîqetê 2019-03-20 15:18:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegerên Jin ên Rojava, Rojnameger Nûjiyan Erhan a 2 sal berê li Şengalê bi destê hêzên PDK'ê hat kuştin, bibîr anî. Rojnamegeran diyar kirin ku Nûjiyan bû zimanê çiyê û zimanê heqîqetê. Rojnamegeran bal kişand ser berxwedana rojnamegerên di grevê de Gulistan Îke û Kibriye Evren jî.  Rojnamegerên Jin ên li Rojava bi minasebeta 2'emîn salvegera Rojnameger Nujiyan Erhan a 2 sal berê di êrîşa pêşmergeyên PDK'ê de jiyana xwe ji dest da, daxuyanî dan. Rojnamegeran bal kişand ser jiyan û tekoşîna nûjiyan û têkoşîna hevrêyên wê. Rojnamegeran di daxuyaniyê de têkoşîna greva birçîbûnê ya Rojnameger Gulistan Îke û Kibriye Evren jî bibîr xist û diyar kirin ku têkoşîna wan di grevê de berdewam dike.    Daxuyaniya Çapemeniya Azad a Jinên Rojava wiha ye:    "Îro duyemîn salvegera şehadeta rojnameger Nujiyan Erhan a ku dema êrîşên PDK’ê ser gelê Êzidiyên navçeya Xanesorê ya girêdayî Şengalê dişopand, kirin hedef  û bi giranî birîndar kirin. Jiyan, têkoşîn û rengê hêviyên di çavê Nujiyan ê de pêşengî rênîşanderiyê dike ku emê îro û sibê çawan bijîn.    Weke rêber û pêşengên xwe ; Gurbetellî, Mîne, Zeynep, Ronahî, Canda, Rojînda, Dîdar, Berfîn, Hebûn, Deniz, Yildiz, Şîlan, Zîlan, Ekîn, Arjîn, Sarya, Dilîşan... Weke hempîşe û hevalên xwe yên rêwîtiya heqîqetê Gulistan Îke û Kibriye Evren ku di nava bi hezaran kesên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bendenên xwe dane ber birçîbûnê. Ji bo mirovên bi heqîqet û wateyê dijîn, dayîkbûn, mirin, dem û cîh tiştek jixweber nîne. Nujiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) li navçeya Hîlwan a Rihayê çavê xwe li jiyanê vekiriye. Girêdana wê ya azadiyê di bedena wê de hilnedihat, zu ketibû ferqa giringiya cihê lê hatî dinyayê û di sala 2005’an de di nava mertalên zindî de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.   Bi salan di ferqa ziman, wate û efsuna çiyayan de ‘nûçegihaniya rastiyan’ kir. Piştî fermana 73’an ji bo pêçana birînên Êzidîxanê ji rojnamegerên despêkê çuyî Şengalê bû. Her mala ku diçûyê çîrokên wan bi hîskirina dîrokê bi îro re dikir yek û dinivîsî. Ji dûr ve li çîrokên jiyanê mêze nekir, di her çîrokekê de xwe dît û bi çavên xwe yên biken şahidiya îxaneta gelê Êzidî rast hatî kir. Zanî vegotina êş û kêfxweşiyên wan bike. Bi vegotina îxaneta hêzên PDK’ê gelê Êzidî bê parastin li hemberî çetenên DAÎŞ’ê hêlanê hêrsa gel bilind kir. Ji ber wê jî di êrîşa 3’ê Adara 2017’an a li ser Şengalê de Hêzên PDK’ê Nûjiyan kirin hedef û bi giran birîndar kirin.   Nujiyan ji ber îxaneta duyemîn a li dijî gelê Êzidî dihat kirin, dikir belge, hêzên PDK'ê ew kirin hedef. Dema dîmen dikêşa, pêşmergeyên PDK’ê ew hedef nîşan da û gule berdanê. Nujiyan bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Bajarê Hesekê yê Başurê Rojhilatê Suriyê. Di 22 yê Adarê de Nujiyan tevlî nava karwanê şehîdan bû.  Bêguman dîrok emanetên rastiyê jî, ên îxanet kirin jî ji bîr nake. Rastiya yên li Dêrezorê DAÎŞ di dîrokê de binax kirin û çiruska di çavê zarokên bi salane di destê çetan de êsîr mayîn, dema azadbûne pirsa despêkê ‘Tiştek bi Şengalê hatiye?’ hinek ji heqîqeta Nujiyan bawer kiriye.   Ev pirs weke şeqamek li ruyê îxanetkaran û tarîtiya cihê qatîlên Nujiyan bibîrdixe.    Di van rojan de hevalên Nujiyan carekdin bûne parçeyek berxwedanê. Ji bo rakirina tecrîdkirina Rêgerê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berî niha çar mehan berxwedana ku ji aliyê Leyla Guven û Nasir Yagiz ve hatî despêkirin, pêl bi pêl li çar aliyê Kurdistan û Ewrupayê belavbûye. Bi pêşengiya grevên biçîbûnê li Kurdistanê dema berxwedanê diyarbûye. Ev dem êdî dema jin û gelan e.     Di vê berxwedanê de li Ewrupa ji yên despêkê Gulistan Îke û ji Zindana Amedê Kibriye Evren cihê xwe girtin. Ev weke mînaka berbiçav a ku xebatkarên çapemeniya kurd a şerê heqîqetê tenê şahidiyê nakin bi xwe kevneşopiya bûyîna parçeyek ji berxwedanê berdewam dikin.      Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: “Heqîqeta girêdana wê bi rastiyê re nebe, ji derveyî xwe xapandinê ne tiştek dine.”  Jinên kurd ên rojnameger bi hişmendiya azadiyê û bûyîna şervanên heqîqetê tevlîbûne. Ew tenê bivegotinê ne di heman demê de weke parçeyek ji şerê azadiyê cîh girtine. Bi pêşengiya Nujiyan ên li peyî wê tên di rêya wê vekiriye de berdewam dikin.   Em weke jinên çapemeniya azad ên Rojava ji duh heya îro, ji îro ber bi siberojê ve, di ferqa rolê xwe yê dîrokî de bihişmendiya giringiya heyînan, bi cîh û demê re di kesayeta Nujiyan de hemû şehîdên xwe yên şerkerên heqîqetê birêzdarî bibîrtînin.   Her wiha bi hişmendiya vê heqîqetê di kesayeta Gulistan û Kibriye de em vê vîna hezaran kesan a greva birçîbûnê ya pêl bi pêl fireh dibe û di Kurdistanê de li deriyên nû yên berxwedanê digerin silav dikin. Em dibêjin daxwazên wan daxwazên me ne. Em dibêjin em ê di vê rêyê de lêgera xwe ya heqîqetê bi biriyardarî berdewam bikin.  "