Polisan heyeta Norveç a sersaxiya malbata Zulkuf ziyaret kir, binçav kir 2019-03-20 15:00:01   AMED - Endamên Înîsiyatifa Piştevaniya Kurdistaniyan a ji bo şopandina Newrozê ji Norveçê hatin Amedê, piştî çûn sersaxiya malbata Zulkuf Gezen, piştî ziyareta malbatê polîsan ew binçav kirin.      Sibê dê li gelek navendan di 21'ê Adarê de Cejna Nerwozê bi tevlêbûna sed hezaran kesan bê pîrozkirin. Beriya pîrozbahiya Newrozê astengiyên li pêş xebatên pîrozbahiyê jî didomin. Endamên Înîsiyatifa Piştevaniya Kurdistaniyan a ji bo şopandina Newrozê ji Norveçê hatin Amedê, piştî çûn sersaxiya malbata Zulkuf Gezen, piştî ziyareta malbatê polîsan ew binçav kirin. Endamên Înîsiyatifê Marie Sorhaug, Mads Opheim, Beth Hartmann û Astrid Melmeim, piştî sersaxiya malbata Zulkuf Gezen ê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî, ziyaret kirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Nehat zanîn ku polîsan heyet bir ku.