Greva ji bo Azadiya Ocalan li Edene bi koma duyemîn didome 2017-11-09 15:13:45 EDENE/MÊRSÎN - Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya HDP û DBP'ê de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi komê duyemîn berdewam dike. Li Mêrsînê jî çalakiya grevê bi dawî bû.  Çalakiya greva birçîbûnê ku li avahiya HDP'ê ya Seyhanê di pêşengiya Rêxistina HDP û DBP'ê de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin di roja duyemîn de berdewam dike. Çalakiya ku 2 roj dorveger hat destpêkirin îro koma duyemîn bi 8 kesan dewir girt. Di çalakiyê de posterên Ocalan hat vekirin.    MÊRSÎN    Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Mêrsînê ku bi heman armancê çalakî dabûn destpekirin, iro dawî li çalakiyê anîn. Hevserokê DBP'a Mêrsînê Sedat Kalaba daxuyanî da û diyar kir ku dê di demên pêş de bi rengên cuda çalakiyên xwe berdewam bikin.