Dadgehê ceza li hiqûqnasan birî 2019-03-20 14:43:14   STENBOL – Di darizandina parêzerên endamên ÇHD’ê û HHB’ê de biryar derket. Ji 3 sal û mehekê heta 18 sal û 9 meh li 17 kesan ceza hat birîn. 11 sal û 3 meh cezayê hepsê jî li parêzer Selçuk Kozagaçli yê girtî hat birîn.    Danişîna doza 6 jê girtî ya 20 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azad (ÇHD) û Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) ku bi îdaya “Endamtiya rêxistinê”  û “rêveberiya rêxistinê dihatin darizandin li Dadgeha Stenbolê ya li Girtîgeha Kampûsa Sîlîvriyê hat dîtin.    Gelek hiqûqnasên ji Tirkiyeyê û ji derveyî welat doz şopandin.    Parêzeran di parastina miwekîlên xwe de parastina wan kir û xwestin miwekîlên wan bên berdan û beratkirin.    LI KOZAGAÇLI 11 SAL Û 3 MEH CEZA BIRÎN    Tevî hemû parastinan jî dadgehê biryara xwe eşkere kir û ceza da parêzeran. Ji 3 sal û mehekê heta 18 sal û 9 meh li 17 kesan ceza hat birîn. 11 sal û 3 meh cezayê hepsê jî li parêzer Selçuk Kozagaçli yê girtî hat birîn.