Doza rojnameger Taşkin: Îxbar jî û maîl jî ji polîsan e 2019-03-20 13:54:46   ENQERE - Danişîna doza rojnameger Seda Taşkin ku bi biryara navberê ya tensîp a Dadgeha Îstinafê hatibû berdan, hat dîtin. Parêzeran dîyar kir ku îxbara wekî delîla sûc tê nîşandan û maîla ku bê îxbar kiriye tev polîs in. Parêzera anîn ziman ku îxbar jî û delîl jî tev aydî polîsan e.   Rojnameger Seda Taşkin di 20'ê Kanûna 2017'an de li Mûşê li ser îxbarê hat binçavkirin û hat berdan. Piştre li ser îtîraza dozger a "Îxbarek cîddî heye"  dîsa hat binçavkirin û girtin. Taşkin ku di 23'ê Çileya 2018’an de hat girtin, piştî salekê girtî ma, bi biryara navberê ya tensîp a Dadgeha Îstinafê hatibû berdan. Danişîna Taşkin, li Dadgeha Edliyeya Heremê ya Erzîromê hat dîtin. Parêzeran dîyar kir ku îxbara wekî delîla sûc tê nîşandan û maîla ku bê îxbar kiriye tev polîs in. Parêzera anîn ziman ku îxbar jî û delîl jî tev aydî polîsan e. 2'emîn Dageha Cezayên Giran a Mûşê bi îdîaya “Li gel ne endama rêxistinê ye alikari kiriye" 4 sal û 2 meh, bi îdîaya “propaganda rêxisinê kiriye" 3 sal û 4 meh, bi giştî 7 sal û 6 meh ceza birîbû.    Taşkin, bi rêya SEGBÎS'ê li 21’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere tev li danişinê bû. Taşkin, parastin kir û anî ziman ku ew rojnameger e û heta niha li Mûş, Wan, Bedlis, Anatoliya Navîn, Herêmea Karadenîze rojnamegerî kiriye. hem ji bo nûçe û hem jî ji bo gerê hatiye Mûşê. Li kijan herêmê çi nûçe hebe çê dikim."  Seda Taşkin, anî zimanku navê wê yê seda ji roja ji dayik bûye heta niha bikar tîne û hemû kes ji wêre dibêjin Seda.    ‘YÊ MAÎL ŞAND JÎ Û GIRT JÎ POLÎS E’   Parezer Gulan Çagin Kalelî jî parastin kir û diyar kir ku yê maîla îxbarê şandiye jî û yê girtiye jî polîs in û wiha got: "Li salonê pir zext hebûn. Yê ev îxbar şandine jî polîs in û yên îxbar girtine jî polîs in. Li diji hiqûqê reşkirin û tawanbarkirin heye. Li dijî hiqûqê delîlên çêker ava kirine." Parêzer Kaleli, destnîşan kir ku muwekila wê rojnameger e û di DİHA, Dihaber û gelek saziyên din de nûçe çêkirine. Lê heyetê ev nûçe û rojnamegeriya wê nedîtiye. Ez beraeta muwekila xwe dixwazim.    Danişîn taloqî meha 15'ê Gulane kirin.