Destûr dan mîtînga Amedê 2017-11-09 15:05:10 AMED - Dê di 11'ê Mijdarê de ji hêla jinên TJA û HDP’ê ve bi dirûşma "Dê tecrîd winda bike azadî bi ser keve" dê mîtîng bê lidarxistin. Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de di 11'ê Mijdarê de bi dirûşma "Dê tecrîd winda bike, azadî bi ser keve" dê mitîngek bê organîzekirin. Mîtînga ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî piştgiriyê didinê, dê saet di 12.00'an de li Qada Demokrasiyê ya 5'ê Hezîranê (Îstasyon) bê lidarxistin.   Meclisa Jinan a HDP'ê serî li Waliyê Amedê da û ji mîtîngê re destûr hat dayîn. Komîteya Amadekar a Mîtînê bang li gel kir ku tev li mîtîngê bibin.   Rojeva esasî ya mîtîngê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û "25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li Ser Jinê" ye."