Gora Rojnameger Volkan Bora rûxandin 2019-03-20 13:36:25   MELETÎ – Gora Rojnameger Volkan Bora yê du sal berê li çoltera Semsûrê di operasyonekê de jiyana xwe ji dest dabû û li Meletiyê hat veşartin rûxandin.    Gora Rojnameger Volkan Bora di 29’ê nîsana 2019’an de li çoltera Semsûrê di bomberdumanek hewayî de jiyana xwe ji dest dabû rûxandin. Cenazeyê Bora li taxa Oluklu ya Meletiyê hatibû definkirin. Malbata Bora ku çû serdana gora Rojnameger Volkan Bora rastî rûxandina gora kurê xwe hatin.