2 rojnameger binçavkirin 2019-03-20 12:15:47 MÊRDÎN – Polîsan li Mêrdînê, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Ahmet Kanbal, nûçegîhana Jinnewsê ya Mêrdînê Rojda Aydin binçav kirin.    Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê û malbatên girtiyan wekî her çarşem, xwestin îro jî li ber girtigeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyaniyê bidin û piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê. Dema HDP'î û malbat kom bûn, polîsan mudaxaleyî malbatan kir. Di mudaxaleyê de polisan Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Ahmet Kanbal, Nûçegîhana Jinnewsê Rojda Aydin  binçav kirin.    Nehat zanîn ku 2 rojnameger çima binçav kirine. Polîsan 2 rojnamegerên ku binçav kirin birin Şaxa TEM'ê ya Mêrdînê.