Salek û 8 meh ceza li parlamenter Surucu hat birîn 2019-03-20 12:02:10   RIHA – Bi îdaya “Muxalefeta qanûna hejmara 2911’an kiriye” salek 8 meh û 15 roj cezayê hepsê li Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu hat birîn.    Danişîna doza Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu ku bi îdaya “Muxalefeta qanûna hejmara 2911’an kiriye” li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin.    Suruc bi hêceta di 8’ê Adara 2016’an de beşdarî şahiya vekirina Navenda Jinan a Sara ku girêdayî Şaredariya Xalfetiyê ye tê darizandin. Surucu beşdarî danişînê nebû. Parêzerên Surucu beşdarî danişînê bûn û dozger daxwaza cezakirinê dubare kir. Parêzeran diayr kir ku Surucu parlamentere û xwestin darizandin bê sekinandin.    Heyeta dadgehê piştî navberek kurt salek 8 meh û 15 roj ceza li Surucu birî. Dadgehê ceza taloq nekir û rêya birina îstînafê jî vekirî hişt.    Parêzeran diyar kir ku ew ê dosyeyê bibin dadgeha îstînafê.