31 herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin 2019-03-20 11:41:56   COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê, 31 herêmên Colemêrgê bi hinceta “herêma ewlekariya taybet” heta 15 rojan, li ketin û derketinê qedexe kirin.    Walîtiya Colemêrgê, 31 herêmên navenda Colemêrgê, navçeyên Gever, Çelê, Şemzînan û Rûbarokê ji bo 15 rojan bi hinceta "herêma ewlekariya teybet" li ketin û derketina sivîlan qedexe kir.