Li Cûdî leşkerek mir 2019-03-20 11:32:54   ŞIRNEX - Di dema operasyona li Çiyayê Cûdî dest pê kir de teqînekê rû da. Di teqînê de leşkerek mir û leşkerek birîndar bû.     Duh li Girê Çolya yê Çiyayê Cûdî ya navçeya Sîlopî ya Şirnexê, operasyona leşkerî dest pê kiribû û di teqîna li herêmê rû da de, herî kêm leşkerek mir û leşker jî birîndar bû.    Leşkerê birîndar bi helîkopterê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat kirin. Operasyona bi piştgiriya hewayê ya li herêmê, berdewam dike.