'Ji mirinên rû bidin dewletên Ewropa jî berpirsiyarin’ 2019-03-20 11:24:08 COLEMÊRG - Malbata Velat Dûman ê 51 rojin li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê di greva birçîbûnê deye, diyar kir ku rewşa tenduristiya girtiyan her roja diçe xerabtir dibe. Dayik Dûman, da zanîn ku ji mirinên rû bidin dê dewletên Ewropa jî berpirsiyar bin.  Malbat Velat Dûman ê ji 28’ê Çile ve li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê di greva birçîbûnê deye, xwest ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin. Malbata ku di 14’ê Adarê de hevdîtin bi kurê xwe re kir, daxwazên zarokên xwe anîn ziman    'JI BER BÊ HIQÛQIYÊ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DENE'   Bav Mehmet Dûman, diyar kir ku zilma bi salan berdewam dike, îro bi tecrîdê dewam dike û wiha axivî: “Ji ber ku gundê me yê li Şirnexê şewitandin, em neçar man ku koçî Geverê bikin. Ji bo ev zilm bi dawî bibe, kurê min di greva birçîbûnê deye. Dema kurê min xwest biçe li dijî terora DAIŞ’ê şer bike, hat girtin û ev 5 salin bi awayekê bê hiqûqî li girtîgehê tê girtin. Kurê min jî, li dijî bêhiqûqiya heyî di greva birçîbûnê deye.”    Dûman, derbarê hevdîtina bi kurê xwe re kir de jî, ev agahî dan: “Kurê min got ‘Heta ku em ji Ocalan agahî negirin, emê greva xwe ya birçîbûnê berdewam bikin. Di vê oxirê de me mirin da berçavê xwe.’ Nêzî 40 mîlyon Kurd hene û bi kuştinê tu carî xelas nabin. Divê bi lezgînî daxwazên girtiyên di grevên birçîbûnê dene, bên qebûlkirin. Zulkef Gezen hevalê kurê min ê girtîgehê bû. Ji bo ku tabût ji girtîgehan dernekin, divê gel vê bêdengiya heyî ji holê rabike.”    'JI MIRINAN EWROPA BERPIRSIYARE’   Dayik Meryem Dûman jî, da zanîn ku hemû girtî zarokên wêne û wiha axivî: “Ji bo rakirina tecrîdê evqas mirov di grevên birçîbûnê dene. Lê dewletê xwe ker û lal kiriye. Êdî ji girtîgehan cenaze derdikevin. Ji derketina van cenazeyan em hemû berpirsiyarin. Gezen rêhevalê kurê min bû. Heta dawiyê emê li pişt girtiyên xwe bidin. Êdî bese, bila ev mirin bi dawî bibe û ev bêdengî ji holê rabe. Ez bang li tevahiya cîhanê dikim. Divê di rojeva hemû dewletan de grevên birçîbûnê hebin. Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin. Li dijî vê zilma heyî herî zêde dewletên Ewropa bêdengin. Bila hemû kes zanibin ji mirinên rû bidin, dê dewletên Ewropayê berpirsiyar bin. Rewşa tenduristiya zarokên me ne başe. Ew dibêjin em başin, lê em baş dizanin ku her  roja diçe rewşa wan xerabtir dibe.”