Nasir Yagiz 120 rojin li ber xwe dide 2019-03-20 11:13:54 HEWLER - Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a Nasir Yagiz a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di roja 120'an de ye.  Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 120’ande dewam dike. Yagiz, anî ziman ku her diçe pirsgirêkên tenduristiyê giran dibe, bi taybet pirsgirêka bêxewiyê pir lê zêde bûye, nikare raze.   Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê di roja 120’an de ye. Çalakiya hemwext a bêdawî û bidorveger jî bi koma 60’an dewam dike. Nasir Yagiz li ser rewşa xwe agahî da ANF’ê. Yagiz bal kişand ser rewşa xwe ya tenduristiyê û got: “Her diçe pirsgirêkên tenduristiyê li min hê girantir dibe. Pirsgirêkên mîna xewê, serêşî, mîde, êşa zik, dîsa ta û pirsgirêkên çav pir zorê li min dike.” Yagiz bibîr xist ku her diçe ev pirsgirêkên li jor anî ziman li wî giran dibin. Yagiz bal kişad ku herî zêde bêxewî û bêtaqetî zorê li wî dike û got: “Nava 24 saetan de tenê dikarim bi qasî 2-3 saetan dikarim rakevim.”   ‘BERXWEDAN ÊŞÊ JI BÎR DIKE'   Yagiz anî ziman tevî vê giraniya tenduristiyê jî moral û coşa wî kêm nabe û wiha axivî: “Pêvajoya em têre derbas dibin û berxwedana îro tê kirin, wate, armanca çalakiyê tê bîra me û em sekna gel dibînin hê zêdetir moralê min xurt dike, hemû êşên wî ji bîr dibe.” Yagiz 26'ê Sibatê di roja 98'an de ji ber giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê rakiribûn Nexweşxaneya Par, piştî kontrolên doktoran Yagiz tedawî red kiribû û berxwedana xwe dewam kiribû. Berê jî 1'ê Çileya 2019'an de jî Yagiz di roja 73'an de rakiribûn nexweşxaneyê. Lê piştî kontrolên doktoran Yagiz bi biryardarî çalakiya xwe domandibû.   SERDAN DIDOMIN   Li gel serdanên welatiyên bakur û Başûrê Kurdistanê hunermendê Kurd Diyar Dersim jî serdana Nasir Yagiz kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk li ser Kurdan polîtîkaya tunekirinê dide meşandin û got: “Dewleta Tirk bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo dixwaze koledariyê li ser tevahiya gelê Kurd ferz bike. Bakurê Kurdistanê veguherandiye zindanekê. Wê li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê çalakiya gireva birçîbûnê biser bikeve û faşîzm têk biçe.” Heyetek ji Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Surîyê bi armanca piştgirîdayîna çalakgerên greva birçîbûnê û Nasir Yagiz bikin, li Hewlêrê serdana Nûnertiya HDP’ê kirin.   MEXMÛR   Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 16’ê Kanûna 2018’an de li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 94’an de didome. Çalakî hemwext a bêdawî û dorveger jî ji aliyê koma 32'yemîn ve hate dewir girtin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok jî di roja 59’an de bi biryardarî dewam dike. Di merasîmê de çalakger Bapîr Yildiz axivî. Yildiz cejna Newrozê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven, Nasir Yagiz, Fedîle Tok û li hemû berxwedêrên zindan û gelê Kurd pîroz kir.Yildiz got: “Heta çalakiya me negihe serkeftinê, wê berxwedana me û gelê me bidome.”   SILÊMANÎ   Greva birçîbûnê ya li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya Silêmaniyê bi heman armancê di roja 97'an de ji aliyê koma 49'emîn ve hate dewrgirtin. Endama Meclîsa Herêma Germiyanê ya Tevgera Azadî Gulebax Celal dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kir. Greva Celal di roja 3’an de ye. Fatma Ehmed a ji gundê Tatan a navçeya Pênciwên ku nêzî hefteyekê dest bi çalakiyê kiriye, ligel jinên ciwan çalakiya xwe berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Herêm Mehmud di roja 26’an de dewam dike. Çalakiya Şeyma Ednan a ji bo mehekê dest bi grevê kiribû jî di roja 18’an de ye. Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Ronak Mecîd jî ji bo piştevaniya bi grevan re di 14’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê ya hefeteyekê kiribû. Çalakiya Ronak Mecîd di roja 7’an de ye. Ciwanê bi navê Teha Caf di 16’ê Adarê de li navçeya Derbendîxan a ser bi Silêmaniyê, dest bi greva birçîbûnê ya hefteyekê kiribû. Greva Caf di roja xwe ya 5’an de ye.