Dayika Alici yê di greva birçîbûnê dene: Demildest tecrîdê rakin 2019-03-20 10:48:41 WAN - Dayika Tarik Alici yê 61 rojin li Girtîgeha Sergirtî ya Balikesîrê di greva birçîbûnê deye Ayeş Alici, diyar kir ku divê tecrîd demildest bê rakirin.    Berxwedana grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, berdewam dikin. Yek ji girtiyên di grevên birçîbûnê de, Tarik Alici yê 61 rojin li Girtîgeha Tîpa L a Sergirtî ya Balikesîrê di greva birçîbûnê deye. Alici yê ji Sîlîvrî şandin Maltepe û ji wir jî sewqî Balikesîrê hat kirin, diyar kir ku heta ku tecrîd bi dawî nebe, serê wan jî di vê oxirê de here, dê çalakiya xwe bidomînin.    ‘HETA KU TECRÎD RANEBE DÊ BERDEWAM BIKIN’    Dayika Tarik Alici Ayşe Aliçi, di hefteya derbas bûyî de çû hevdîtina kurê xwe yê di greva birçîbûnê dene. Dayik Aliçi, diyar kir ku kurê wê 10 kîlo daye û wiha axivî: “Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Ger tecrîd bêrakirin dê zarokên me çalakiya xwe bi dawî bikin. Moral û baweriya wî di cih de bû. Bi 4 hevalên xwe re di grevê dene. Kurê min di hevdîtinê de ji min re got ‘heta tecrîd ranebe, emê çalakiya xwe berdewam bikin.’ Heta ku ev tecrîd ranebe dê berxwedana xwe bidomînin. Ez bang dikim ku êdî tecrîd rakin.”    ‘BIBIN DENG’   Li aliyê din, Salhan Sînan ê ji 8’ê Çile ve li Girtîgeha Tîpa T a Bafra Samsûnê di greva birçîbûnê deye, bi rêya malbata xwe, derbarê rewşa çalakiya xwe de agahî da û wiha  got: “Êş dikeve mîde û serê me. Divê gel hêz û piştgiriyek mezin bidin grevên birçîbûnê.”