Namzetên ‘Bajarê Zeytûnê’: Emê di 1’ê Nîsanê de bi rojek nû şiyar bin 2019-03-20 09:53:36 MÊRDÎN - Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Dêrikê Şerîf Kiran û Mulkiye Esmez, bal kişandin ser projeyên xwe yên li bajêr pêk bînin û gotin: “Çawan ku em peywirê dewir bihirin, emê destpêkê deriye xwe  li gelê xwe vekin. Emê bariyerên dinava gel û şaredariyê de rakin. Emê di 1’ê Nîsanê de bi rojek nû şiyar bibin.”  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartina giştî ya 24’ê Hezerîna 2018’an de li navçeya Dêrik a Mêrdînê ji sedî 79 deng girtin. HDP’ê niha jî bi namzetên hevşaredarên Dêrikê Mehmet Şerîf Kıran û Mulkiye Esmez xwe amade dike di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de serkeftinek mezin bi dest bixwe.    Derik ku bi zeytûnên xwe tê nasîn, yek ji navendên girîng ê dîrokî û çandiye. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di hilbijatina herêmî ya 2014’an de ji sedî 64 deng girtin û şaredarî qenc kiribû. Lê di sala 2016’an de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Karê ku dest pê kê qeyûm kir, navendên jinan girtin. Dîsan navê parka Ugur Kaymaz ê 13 salî yê di sala 2004’an li Qoserê bi bavê xwe re hat kuştin, guhert. Dîsa sîneman havînî ya dîrokî hilweşand û hemû rêyên şaredariyê bi bariyeran girt û ewlekariya derdora şaredariyê pir zêde kir.  Namzetên Hevşardarên Navçeyê li bendêne di 31’ê Adarê de bi rekorek mezin şaredariyê qezenc bikin.   KIRAN: ZEYTÛNÊN DÊRIKÊ DÊ LI GORÎ ÇEWHERÊ WÊ BÊN HILBERANDIN    Namzet Şerîf Kiran di sala 1953’yan li Dêrikê hatiye dine û mamostayê emekdare. Kiran ji sala 2014’an de ve li Dêrikê dijî û beşdarî xebatên sendîkayê dibe. Kiran ê salên dirêj dinava siyasetê de  cih digire, Hevserokatiya DBP’ê  ya navçeyê birêve dibir. Kiran di pêşhilbijartina li navçeyê hat kirin de, ji bo namzetaya hevşaredariyê hat diyar kirin.   Kiran, diyar kir ku hemû jiyana xwe bi têkoşînê derbas bû û wiha axivî: “Ger em bên hilbijartin, emê ji bo xizmeta gelê xwe hewldanek mezin nîşan bidin. Ligel betona heyî jî, navçeyê çewherê xwe winda nekiriye. Emê bi projeyên xwe, bajêr ber bi astekê mezintir ve bibin. Emê zeytûnên Dêrikê li gorî çewherê wê hilberînin. Di salên dawî de terh ji Ayvalik û Kîlîsê anîn vê derê û zeytûnên Dêrikê ji çewherê wê derxistin. Li gorî derfetan emê her salê nêzî 20 hezar terhên zeytûnên Dêrikê belav bikin. Dîsan pirgirêkên trafik û binesaziya bajêr hene. Di hemû xebatên xwe de emê  nêrînên gel esas bigirin. Emê hemû karê xwe bi gel re bikin.”   'EMÊ QEYÛMAN PAŞVE BIŞÎNIN'   Kiran, da zanîn ku ew destûr nedin ku daristanên bajêr tune bibin û wiha got: “Emê daristanên bajêr biparêzin. Emê heywanên nifşên wan ber bi tunebûnê ve diçin biparêzin. Çawan ku em peywirê dewir bihirin, emê destpêkê deriye xwe li gelê xwe vekin. Emê bariyerên dinava gel û şaredariyê de hatine danîn, rakin. Tu mafê kesekê tuneye ku dinava şaredarî û gel de bariyeran dane. Ji bo 24 saetan jî be, emê qeyûman paşve bişînin.”   ESMEZ: EMÊ HILBERÎNÊN HERÊMÎ DI BAZARAN DE BINIRXÎN IN    Namzet Mulkiye Esmez jî di sala 1972’yan de li Dêrikê hatiye dine û ji salên 90’î ve bi awayekê aktîf beşdarî xebatên siyasî dibe. Esmez disa sala 2014’an de endam meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bû û di hilbijartina pêşwext de ji bo namzetiyê hat diyarkirin.     Esmez, anî ziman ku karê wan ê destpêkê dê vekirina saziyên hatine girtin be û wiha axivî: “Emê bazarên jinan vekin. Ji ber ku qeyûm hat dayîn kirin, me nekarî em vê projeyê bi cih bînin. Bi taybetî emê projeyên ji bo jinan bixin pratîkê. Emê Kooperatîfên jinan ava bikin û hilberînên herêmî, li bazaran binirsînin. Ji bo jinên rastî tundiyê tên jî emê, saziyên xizmet û alîkariyê vekin û bîrîman ava bikin. Ji ber ku navend û saziyên çandê hatin girtin, zarok û ciwanên bajar ji jiyana civakî bêpar hatin hiştin. Emê hewl bidin ku bajarekê zarok û ciwan karibin lê bijîn ava bikin.”    ‘EMÊ DI 1’Ê NÎSANÊ DE BI ROJEK NÛ ŞIYAR BIN’   Esmez, dest nîşan kir ku gel ji bo hilbijartina 31’ê Adarê amadeye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi teybetî jin qet nikarin bikevin şaredariyê. Bi bariyeran şaredarî hatiye dorpêçkirin û kesên dixwazin bikevin şaredariyê jî di lêgerînê re derbas dibin. Tu ferqa şaredariyê ji girtîgehê nemaye. Jin gelek pirsgirêkan dijîn. Di 31’ê Adarê de gel dê bersivek xweş bide wan û emê di 1’ê Nîsanê de bi rojek nû şiyar bi.”   MA / Ahmet Kanbal