'Li Serêkaniyê coşa 7'ê Hezîranê heye' 2019-03-20 09:26:01 RIHA - Di hilbijartina herêmî ya 2014'an de bi hîle û xurdeyan AKP'ê Şaredariya Serêkaniyê bi dest xistibû. Lê belê, wisa dixuyê ku wê di 31'ê Adarê de tevî hemû astengiyan jî gel dengê xwe bide HDP'ê. Ciwanên navçeyê gotin: "Em coşa 7'ê Hezîranê tên."    Ji hilbijartina 31'ê Adarê re 11 roj man. HDP'ê, li 8 navçeyên Rihayê namzet nîşandane. Di sala 2016'an de qeyûm tayînî 4 şaredariyên HDP'ê yên li Rihayê hatibûn kirin û hevşaredarên wan hatibûn girtin. Di hilbijartina herêmî ya 2014'an de bi hîle û xurdeyan AKP'ê bi 755 dengan Şaredariya Serêkaniyê bi dest xistibû. Lê belê, wisa dixuyê ku wê di 31'ê Adarê de tevî hemû astengiyan jî gel dengê xwe bide HDP'ê. Ciwanên navçeyê gotin: "Em coşa 7'ê Hezîranê tên."    DALIQANDINA ALAYAN JÎ QEDEXE YE!    Li navçeyê, xebatên hilbijartinê di şert û mercên wekhev de nayên kirin. Li navçeyê wesayîta anonsan a HDP'Ê tim tê sekinandin û bi hin hincetan tê astengkirin. Ji xeynî alayên li avahiya partiyê û li buroya hilbijartinê ya li Kolana PTT'ê, li kuçe û kolanên dinê nahêlin HDP'ê alayan daliqîne. Hin ciwanan li Kolana Wêranşarê alayên HDP'ê daliqandibû, lê belê hatibûn binçavkirin.    Li navçeyê tenê buroyeke hilbijartinê heye, lê belê ew jî ji mirovan xalî nabe. Buro danê sibehê zû tê vekirin û ji 7 saliyan heta 70 saliyan her kes diçe buroyê.    HDP'iyên ji sala 2015'an ve li navçeyê bi her cure zext û zoriyan re rû bi rû dimînin, bawer dikin wê di vê hilbijartinê de veguherînek rû bide. HDP'iyên ji bo hilbijartinê dixebitin, diyar dikin ku li navçeyê bi astengiyên qeymeqam, polîs, AKP'ê û şaredarê heyî Menderes Atîlla re rû bi rû dimînin.    COŞA 7'Ê HEZÎRANÊ    HDP'î di nav xwe de karbeşiyê dikin. Hin ji wan broşuran belav dikin hin jê jî li esnafan digerin. Welatî, diyar dikin ku ger hilbijartineke demokratîk pêk bê, ji xeynî HDP'ê ne mimkun e ku partiyeke din bi ser bikeve û ciwan jî dibêjin: "Em bi ruhê 7'ê Hezîranê tên."    EREB JÎ LI GEL HDP'Ê NE    Welatiyekî ereb, bal kişand ser zext û zoriyên li navçeyê. Welatiyê ereb diyar dike ku tevî hemû astengî û gefxwarinan dîsa jî ew ligel HDP'ê ne. Welatî, anî ziman ku wê di vê hilbijartinê gelek welatiyên ereb ji ber polîtîkayên şaş ên AKP'ê li cem HDP'ê cih bigirin, lê belê ji ber zext û zoriyan beşdarbûyîna xwe aşker nakin. Welatî dibêje: "Ez jî hişyar kirim. Gotin, wê zarokên te ji kar bên avêtin. Lê belê hay ji zilma li ser kurda heme. Em ê nehêlin ku me bi birçîbûnê terbiye bikin."    Her wiha li navçeyê herî zêde jin daxilî xebatên HDP'ê dibin. Dayikên ku bi duayan tev li vekirina buroya hilbijartinê bûn dibêjin: "Me soz daye zarokên xwe, em ê bi ser biekvin." Perwerdekarekî ku bi KHK'ê hatiye îxrackirin jî dibêje: "Em ji kar hatin avêtin. Kes birçî namîne. Em bi awayekî li ser piya disekinin. Divê kes li ber wan serî netewîne. Pergala wan em mexdûr kirin. Niha jî dibêjin, em ê we bigirin kar. Em perwerdekar bi wan ne bawer in. Divê em li dor HDP'ê bibin xelek û lîtiska wan xera bikin."    NE KAR, JIYANEKE BIRÛMET    Namzetên HDP'î jî diyar dikin ku ew ê cihmkariyê nexin nav gelan û ew ê karker û karmendên ku AKP'ê ew ji kar avêtine dîsa bigirin kar.    'HDP, NELIRÊTIYAN NAKE'    Gelê navçeyê, diyar dike ku di sala 2014'an de piştî şaredarî ji wan hat girtin li navçeyê pêgirtîbûna tiryakê û fuhûş zêde bûye. Her wiha gelê navçeyê mexdûriyeta jinên penaber ên li Kampa Telhamûtê jî bi bîr dixin. Şêniyên navçeyê, diyar kirin ku li navçeyê zarokeke 13 salî ji aliyê gelek zilaman ve hatiye emxdûrkirin û dibêjin: "Ev bûyer piştî 2014'an zêde bûn, ne tesaduf in."    Welatiyekî ereb diyar dike ku ew ê bi her awayî destekê bidin HDP'ê û dibêje: "HDP, nelirêtiyan nake. Pereyan naxwaze. Çimkî li cem wan pergala hevserokatiyê heye. Kesek bi tena serê xwe biryarê nagire."    MA / Arjîn Dîlek Oncel