Girtiyan nameyek ji Leyla Guven re şand: Tu yê sergovenda me bî 2019-03-20 09:24:48 BANDIRMA – Girtiyên li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Bandirmayê di greva birçîbûnê de ne nameyek ji Leyla Guven re şandin û got: "Roja tecrîd bê şikandin û tav dilê me germ û ronî bike, tu yê sergovenda me ya azadiyê bî. Û em ê jî bi fîgurên xwe yên berxwedana tev li te bibin."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 133'yan de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome. Girtiyên li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Bandirmayê di greva birçîbûnê de ne nameyek ji Leyla Guven re şandin. Name bi îzmeya Sîraç Keskîn hatiye nivîsandin. Girtiyan nameya xwe di 4'ê Adarê de nivîsandiye.    Nameya girtiyan wiha ye: şöyle:    “Hevrêya hêja Leyla,    Me silavên te ji çivîkên li ber paceya me danîn girtin. Loma, diviya em serdana te bikin û me biryar da ku em bibin mêvanê te. Her ku em dilê te yê li ser hevrêyên te direhile û kenê te yê wêrekiym li me peyda dike dibînin, hêz li hêza me zêde dibe û em stranên serketinê bi dengekî bilind distrên. Em dixwazin bi gotineke Roja me nameya xwe bidomînin. Roja me dibêje 'ên şer dikin azad dibin, ên azad dibin bedew dibin û ên bedew dibin tên hezkirin.' Me ev wek dustûrekê dida ber xwe. Ên li gor vê tev digerin, tim dildarên gelê xwe ne. Û diçin wêdeyî demê û dibin rêber. Ên ev tişr fêm nekirin, bûn kesên ji rêzê. Û bûn perçeyeke tecrîda 20 salan. Mixabin dîroka me ya şexsî ya her yekî ji me bûye perçeyeke vê şermê. Pêngava wê rûxandina van dîwarên şermê bû. Meşa te meşa fêmkirina ji dustûra Rojê bûç We bi vê meşa xwe ya bihişmet xwe azad, her ku hûn azad bûn hûn xweşiktir bûn û her ku hûn xweşik bûn hûn bêtir hatin hezkirin. Hûn bûn dildara gel. Hûn ji bo me bûn wesîleyek. Loma em minetdar in.    Hevala hêja,    Hin kêliyên azadiyê hene. Ew kêlî, kêliyên biryargirtineke mezin in. Ên divêtiya ruhê demê di dilê xwe d ehîs dikin û wê veduguherînin çalakiyê, rê li ber demê û mirovan dixin. Te ev hîs kir û lig or wê tev geriyayî. Te wijdanê me yê korbûyî xizt nava liv û tevgerê.    Roja tecrîd bê şikandin û tav dilê me germ û ronî bike, tu yê sergovenda me ya azadiyê bî. Û em ê jî bi fîgurên xwe yên berxwedana tev li te bibin.   Hevala hêja, piştî nameya te ya di rojnameyê de, me xwest bi kurtasî hestên xwe parve bikin. Me jî li vira tevî Engîn Okûdûcû, Abdûllah Kaya, Zinar Dogan, Şehmûs Can û hevalên din ji 5'ê Çileyê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û tev li vê govendê bûn. Cihgirtina di vê govendê de ji bo me hesta herî xweşik a cîhanê ye. Bi vê boneyê 8'ê Adarê û Newroza te pîroz be û em hêvîdar in ev berxwedan bibe wesîleya şikandina tecrîdê, rûxandina zilmê û gerandina govenda azadiyê ya gelan."