Rojnamevan Mehmet Guleş jî dest bi greva birçîbûnê kir 2019-03-20 09:23:30 XARPÊT - Rojnamevan Mehmet Guleş li Girtîgeha Xarpêtê ji 5'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Guleş, diyar kir ku li girtîgehê binpêkirinên mafan didomin, lê belê dîsa jî moralê wan baş e.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 133'yan de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome.   Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê jî nûçegihanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Mehmet Guleş e. Guleş, li Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê ji 5'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    ROJNAMEYÊ NADIN    Guleş, destnîşan kir ku ji roja ku grevên birçîbûnê dest pê kirine rojnameyê nadin wan û got: "Em aboneyê rojnameya Yenî Yaşamê ne, lê nadin me. Rojnameya Evrenselê jî rojekê didin 5 rojan nadin."    CEZAYÊ HUCREYÊ    Guleş, anî ziman ku di 25'ê Sibatê de wexta girtî ji sporê vegeriyane li ber kamerayan gardiyanan êrîşî wan kiriye û got: "Ji ber êrîşî serê M.D û milên wî reş bûye û lêva wî teqiyaye. Nexweşxaneyê rapor dayê. Bûyer li ber kamerayan qewimî, lê belê der barê gardiyanan de tu tiş nehatiye kirin. Ji ber me rewşa hevalên xwe me li deriyan xist, ji ber vê jî li 49 hevalên me 3 roj cezayê hucreyê hat birîn. Ji van hevaln Metîn Serhat, Mûsa Candemîr û Harûn Alkan ji 16'ê Kanûnê ve û Îsa Eşsîz, Mûrat Ergen û Ergul Tûncay jî ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ne. Ji bo van cezayan me îtiraz kir. Em ji raya giştî dixwazin ku ji bo vê rewşê bi hestiyarî tev bigerin."    Her wiha Guleş, diyar kir ku ew jî di nav de li 20 kesan mehek cezayê hevdîtinê hatiye birîn û eger ev ceza neyê xerakirin wê di meha Nîsanê de têkeve meriyetê.    Guleş, destnîşan kir ku lê dîsa jî kêfa wan li cih e û moralê wan xurt e û niha 78 kes li girtîgehê di greva birçîbûnê de ne.