ROJEVA 20'Ê ADARA 2019'AN 2019-03-20 09:00:29 * Dema navê pîrozbahiya Newrozê tê ziman, Newrozên Amedê yên bi heybet tê bîra mirov. Newroza Amedê ku di sala 1992’an de tevî ku hat qedexekirin jî nêzî hezar kesî li Qada Deriyê Çiyê newroz pîroz kir. Newroza bi beşdariya hezaran dest pê kir li Parka Newrozê gihîşt milyonan. Tê payîn di Newroza 2019’an de çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê da destpêkirin mohra xwe li pîrozbahiya Newrozê bide.  * Namzetên HDP'ê yên Westana Wanê Melek Arapoglû û Veysî Şeker, gotin êdî gel AKP'ya ku 15 sal in navçeyê bi rê ve dibe naxwaze û wê westanî ji AKP'ê re bêjin "êdî bes e."    * Rojnamevan Mehmet Guleş li Girtîgeha Xarpêtê ji 5'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Guleş, diyar kir ku li girtîgehê binpêkirinên mafan didomin, lê belê dîsa jî moralê wan baş e.    * Ridvan Kiliç ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê ji 7'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye got: "Armanca me bi bilindakirina ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê, têkşikandina tecrîda li ser Ocalan e. 20 salan em bêdeng man, lê êdî em ê bêdeng nemînin."    * Girtiyên li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Bandirmayê di greva birçîbûnê de ne nameyek ji Leyla Guven re şandin û got: "Roja tecrîd bê şikandin û tav dilê me germ û ronî bike, tu yê sergovenda me ya azadiyê bî. Û em ê jî bi fîgurên xwe yên berxwedana tev li te bibin."    * Xwişka Mazlûm Dogan ê li Zindana Amedê li diji zilm û îşkenceya giran bi bedena xwe agirê Newrozê geş kir û bû sembola Newrozê Arife Dogan, diyar kir ku Mazlûm ji ber têkoşîna xwe keyatiyek pir navdar û xwedî şexsiyetek pir giring e. Îro şopdarê Mazlûn erk û rola wî pêk tînin. Leyla jî wekî Mazlûm li dijî neheqî û bê hiqûqiyê bedena xwe danî holê.      * Endamê Komîtoya Amadekar Atîlla Ozdogan, diyar kir ku di pêvajoyeke ku tecrîd, grevên birçîbûnê û hilbijartin di nav hev de ne pîrozkirina Newrozê girîng e û got: "Divê Newroz veguhere xwepêşandaneke bihişmet a tevgera gel."    * Şahidên grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê yên sala 1996'an gotin: "Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Em bang li gelê kurd û derdorên demokrat û şoreşger dikin; Em bibin dengê Leyla Guvenê û hêzê li hêza wê zêde bikin."    * Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Dêrikê Şerîf Kiran û Mulkiye Esmez, bal kişandin ser projeyên xwe yên li bajêr pêk bînin û gotin: “Çawan ku em peywirê dewir bihirin, emê destpêkê deriye xwe  li gelê xwe vekin. Emê bariyerên dinava gel û şaredariyê de rakin. Emê di 1’ê Nîsanê de bi rojek nû şiyar bibin.”    * Di hilbijartina herêmî ya 2014'an de bi hîle û xurdeyan AKP'ê Şaredariya Serêkaniyê bi dest xistibû. Lê belê, wisa dixuyê ku wê di 31'ê Adarê de tevî hemû astengiyan jî gel dengê xwe bide HDP'ê. Ciwanên navçeyê gotin: "Em coşa 7'ê Hezîranê tên."    * Malbatên mexdûr, biryara der barê Komkujiya Dîlokê de nirxandin û gotin: "Hîn jî em nizanin xwekuj kî ye, kî plansaziya bûyerê kiriye û kî bûye pêk aniye."    * Gullu Karadag ku di gelek çalakiyên ekolojîk de cih digire û li Zeytînkoyê wekî "Bereket Ana" tê naskirin, behsa projeyên xwe yên ji bo keyatiyê kirin.      * 2'emîn danişîna doza Endamên Konseya Navenda Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) yên gotin “Şer pirsgirêka tenduristiya civakî ye", dê li Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (09.00)   * Parlalenterê TÎP'ê yê Hatayê Barış Atay, dê li Şirnexê tev li xebatên Newroze bibe. (12.00)   * Heyeta Şopandina Îşkenceya li Girtîgehan bi armanc şert û rewşa girtiyên di grevê de lêkolîn bike dê li Girtîgeha Tîpa L a Maltepe girtiyan ziyaret bike û li pêş girtigehê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Danişîna doza Rewşenbirê Kurd Musa Anter û JİTEM'ê ya Sereke li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (14.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî, dê li navçeya Dihê ya Sêrtê bi gel re bê cem hev. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî dê li Stenbolê bi gel re bê cem hev.