SYKP: Bi tecrîdê şer, dijminantî û bê çareseriyê dixwazin 2017-11-09 13:49:45 STENBOL – Hevserokê Giştî yê SKYP'ê Ahmet Kaya, têkildarî tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da û diyar kir ku bi tecrîdê li ser Ocalan şerê û dijminantiya navbera gelan û bêcareseriyê li ser gelan ferz dikin. Kaya, xwest demildest tecrîdê bi dawî bikin.  Lijneya Rêveberiya Navendî ya Rêxistina Partiya Rizgariya Ji Nûve Sosyalîst (SYKP), der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin de li avahiya Rêxistina SYKP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî. Li salonê pankarta “Ji tecrîdê re na, ji girtiyên siyasî re azadî" vekirin. Endam û rêveberên SYKP'ê tev li daxuyaniyê bûn.    ‘TUNDÎ Û CEWISTANDIN DI ASTA HERÎ JOR DE YE'   Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Ahmet Kaya, di civînê de daxuyanî da û bal kişand ser sînorkirina azadiyê. Kaya, anî ziman ku îktîdara siyasî li gorî xwe azadiyê bi sînor dike û wiha got: "Armanc dike ku nava 3'emîn partiya mezin a meclîsê HDP'ê vala û pûç bikin. Hevserokên HDP’ê jî di navde 9 wekilên HDP'ê girtî ne. Îktîdar dixwaze perwerdehî û zanistiyê li zanîngehan bi sînor bike û wan ji azadiya wan dûr bixe. Îktidar zimanê şer serdest dike. Dewlet bûye partî. Dema îktîdara siyasî vê yekê dike, polîtîkayên zext û cewisandinê pêş dixe. Ev polîtîkaya tundî û zextan derketiye asta her jor. Di nava girtiyên siyasî de herî zêde endam û rêveberên HDP'ê hene.    ‘BI TECRÎDA LI SER OCALAN BÊÇARESERIYÊ FERZ DIKE'    Kaya, bal kişand ser armanca tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Bi tecrîda li ser Ocalan bêçareseriyê ferz dike. Dixwaze bi tecrîda liser Ocalan şer û dijminantiya nava gelan sor bike. Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan di bin tecrida giran te tê girtin. Ji 5'ê Nîsana 2015’an heta niha heyet nikarin biçin Îmraliyê. Sal û nîvek berê tenê carekê bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî. 6 salin bi parêzerên xwe re nikare hevdîtin bike. Bi agahiyên cuda dixwaze de barê Ocalan de fikrekê belav bike. Ev agahiyên tên belavkirin rageşî û dijminantiya nava gelan bêtir sor dike. Berdewamkirina tecrîda li ser Ocalan tê wateya şer û dijminantiya di navbera gelan de. Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin. Divê der barê ewlehî û tenduristiya Ocalan de civak bê agahdarkirin."    Kaya, herî dawi bang li rayedaran kir û xwest hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.