Parêzerên Ocalan cara 703'emîn serlêdan kirin 2017-11-09 13:00:24 STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muvekkilê xwe re hevdîtin bikin cara 703'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.  Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru  Gunay, Ozgur Faik Erol û Îbrahim Bîlmez, bi armanca bi muvekkilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 703 caran serî li serdozgeriyê dan.    Daxwaza parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 702  caran bi hinceta “muxalefeta hewayê”, “xerabûna keştiyê", “tamîra keştiyê" û "OHAL'ê hat redkirin.