Çalakger: Xelasiya Tirkiye ya ji kaosê bi rakirina tecrîdê pêkan e 2017-11-09 12:52:00 EDENE - Welatiyên Edeneyê yên ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe ketin greva birçîbûnê, diyar kirin ku di şexsê Ocalan de 6 milyon mirov tên tecrîd kirin û wiha gotin: "Di şexsê Ocalan de gelê Rojhilata Navîn di bin tecrîdê dene. Ger ku fikrên Ocalan bên famkirin wê demê dê pirsgirêk çareser bibin. Xelasiya Tirkiye bi rakirina tecrîdê pêkan e."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratik (DBP) yên Edeneyê ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dane destpêkirin berdewam dike. Çalakî ku 2 rojan dorveger bi 3 koman hat plan kirin didome. Welatiyên tev li koma ewil a çalakiyê bûn diyar kirin ku heta Ocalan azad nebe pirsgirêk çareser nabe. Welatiyê çalakvan Kerem Akalin, diyar kir ku ew ji bo daxwazên azadiya Ocalan bîne ziman ketiye grevê û wiha got: "Ocalan rêberê Rojhilata Navîn e. Azadiya Oclaan azadiya hemû gelan e. Heta ku birêz Ocalan azad nebe mirovên me jî azad nabin. Li ser gelê Rojhilata Navîn şerek tê meşandin. Li ser gelan zext tê meşandin. Di şexsê Ocalan de li ser 6 milyon mirov tecrîd tê meşandin.    Welatî Abdullah Uyan, jî xwest demek berî demekê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û wiha got: "Ocalan ji bo min çi îfade dike? Ew rêber e. Xeta wî ava kiriye me îfade dike. Ji ber vê yekê divê tecrîd bê rakirin. Divê Rêberê me û wekilên HDP'ê yên girtî tev bên berdan."    'GER KU OCALAN BÊ FAMKIRIN DÊ PIRSGIRÊK ÇARESER BIBIN'   Welatiyê çalakvan Ahmet Yildiz jî anî ziman ku fikrên Ocalan hatin fam kirin dê pirsgirêk çareser bibin û wiha got: "Ez ketim bin bandora paradîgmaya civakî ya Birêz Ocalan. Ocalan nişan da ku divê çawa her kes bi ziman û rengê xwe bi awayekî xweser bijîn. Tiştên ku Ocalan gotin û nivisandin bandorek mezin li ser min kir. Pergal her dem bi zanebûn û plan li ser Rêberê me tecrîdê pêk tîne. Berê jî li ser Rêberê me tecrîd hebû. Xwestin jahrînî bikin lê bi ser neketin. Xwestin porê wî kur bikin lê bi ser neketin. Tundiya fizîkî liser kirin lê dîsa bi ser neketin. Ew çi bikin bila bikin nikarin bi ser bikevin. Gelê kurd di firqa vê yekê de ye û ji bo Ocalan di ber xwe didin.  Em dixwazin demek berî demekê tecrîda li ser Rêberê me bi dawî bibe."    KAOS DÊ BI RAKIRINA TECRÎDÊ JI HOLÊ RABE   Hevserokê HDP'ê ye Navçeya Çukurova Osman Sert jî anî ziman ku bi tecrîda li ser Ocalan 6 milyon mirov hatine tecrîdkirin û wiha got: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîd pêkanînek li dijî mirovahiyê ye. Yên tecrîdê li ser Ocalan dimeşînin dê ji bo wan encamek gelek xerab be. Xelasiya Tirkiye ya ji kaosê bi rakirina tecrîdê pêkan e. Çareserî rakirina tecrîdê ye. Em vê çalakiyê bi armanca hişyariyê pêk tînin. Em dixwazin demek berî demekê tecrîdê bi dawî bikin."