Ji wekilê HDP’ê Taşçier re heta 18 salan ceza xwest 2017-11-09 11:54:00 AMED - Rûniştina doza Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier  ku bi sedema di 2015'an de tev li meşa Sûrê bûye doz lê hatibû vekirin li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Dozger ji Taşcier, ji 9 salan heta 18 sahan cezayê girtîgehê xwest.  Parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier piştî di 4'ê Mijdarê de tevî parlamenterên HDP'ê hat binçavkirin serbest hatibû berdan. Rûniştina doza Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier ku ji ber tev li meş û çalakiyên di çarçoveya xebatên partiyên siyasî bûye de doz hatibû vekirin hat dîtin. Ji Taşçier ji 10 salan heta 23 salan ceza dihat xwestin. Rûniştina dozê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin.    Dozger bi sucdariya “Li gel ne endamê rêxistina çekdarî ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye", "Propaganda rêxistinê kiriye" û "li dijî zagonan tev li meş û xwe pêşandanan buye" doz vekiribû. Di rûniştina dozê de Parlamenterê HDP’ê Taşçier û parêzerên wî amade bûn. Dozger, diyar kir ku di serdema qedexeya derve ya Sûrê de Rêxistina HDP'ê ya Amedê li qada Çiyê di 13'ê Îlona 2015'an de daxuyanî daye û ber bi Sûrê ve meşiyane. Dozger îdia kir ku Taşçier di vê meşê de piştgiri daye çalakiyê û bi vê yekê li gorî banga rêxistinê tev geriya ye û propaganda rêxistina çekdarî kiriye. Dozger anî ziman ku li gel ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye û li dijî xala 2911'an sûc kiriye. Dozger xwest ji 9 salan heta 18'an ceza li Taşçier bê birîn. Dozger xwest Taşçier serbest bê darizandin.    Taşçier  ji parastin kir û diyar kir ku ji ber xebatên meclisê nikare tev li rûniştinên dozê bibe û xwest ji tevlêbûna rûniştina dozan muaf be girtin. Parezeran jî xwest ji bo parastinek fireh bikin dem xwestin. Heyeta dadgehê jî daxwaza parêzeran li ber çavan girt û runiştina dozê taloqî meha çile kir.