Hevserokê ÎHD'ê Turkdogan hat binçavkirin 2017-11-09 12:09:00 ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, dema xwest rapora amade kirine li Kolana Yukselê bi raya giştî re parve bikin hat binçavkirin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), rapora binpêkirina mafan a di çalakiyên li kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" a salekê amadekir. ÎHD'ê xwest raporê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê bi raya giştî re parve bike. Lê polîsan destûr neda ku ÎHD raporê bi raya giştî re parve bike. Piştî Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turdogan û rêveberên ÎHD'ê israr kirin ku raporê aşkere bikin, rastî mudaxaleya polisan hatin. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan û rêveberên ÎHD'ê li kolana Yukselê hatin binçavkirin. Parazvanen mirovan li ber bîrdariyê xistin transîta spî ya polîsan û binçavkirin. Piştî bûyerê polîsan mudaxaleyî welatiyên der û dorê jî kirin û ji qadê belav kirin.    Polîsan di mudaxaleyê de nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya jî bi lêdanê ji qadê dûr xist.