ROJEVA 19'Ê ADARA 2019'AN 2019-03-19 09:00:28 * Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Çewligê Veysel Kaya diyar kir ku amadekariyên wan Newrozê bi coş dewam dikin û got: “Em ê di Newrozê de bal bikişînin ser têkoşîna gelê kurd a ku her roja diçe mezintir dibe.”  * Parêzer Serdar Çelebî diyar kir ku doza Kemal Kurkut bi polîtîkaya bêcezakirinê re rû bi rû ye û got: “Kemal Kurkut bi şiklekî terorîst hatibû qebûlkirin û xizmetên têkildarî wî hemû bi şiklekî têk çûn û sûcdar hatibû îlankirin.” Cîhan Kurkut jî got: “Mixabin edalet jî aliyê sûcdar digire.”    * Di demek ku hindik ji hilbijartinê re maye eraziyek Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm birêve dibe, li ser daxwaza kesek nêzî AKP’ê tê nasîn derxistin ber firotinê.      * Hevserokê berê yê DBP’a Sêrtê Reşît Teymûr ê li Girtîgeha Xarpêtê girtî ne 44 roj in di hucreyê de greva birçîbûnê didomîne.    * Namzetê Meclîsa Şaredariya Bodrûmê Gunay Şîrîn, diyar kir ku li dijî talankirinê divê ew di meclîsên şaredariyê de cih bigirin û got, ew dîtina HDP'ê ya der barê ekolojiyê de ji gel re vedibêjin.    * Li Kadîfekaleyê amadekariyên Newrozê didomin. Jinan diyar kir ku ew ê bi ruhê têkoşîna Rahşan Demîrelê biçin Qada Gundogdûyê û gotin: "Em ê bibin dengê Leyla Guven."    * Şahidên Newroza Cizîrê ya Dîrokî ku di sala 1992'an de hat pîrozkirin û di aqilan de cihê xwe girt, anîn ziman ku wê îsal bi coşek mezin Newrozê pîroz bikin û wiha gotin: "Newroz ji bo me raperîn û serhildan e. Me zincîra vê tirsê di Newroza sala 92'an de şikand."    * Jinan anî ziman ku wateya Newroza îsal pir cuda ye û gotin: "Em agirê Newrozê bi berxwedanê gur bikin. Em li kuçeyan dengê xwe bilind bikin. Em piştgiriyê didin vîna Leyla Guven. Em ê bi ser bikevin."    * Merge Polat ku li Girtîgeha Bunyanê 75 roj in di greva birçîbûnê de ye got: "Jiyana tê xiyalkirin ne bi mûcîzeyan, bi têkoşînê pêk tê."    * Jinan diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê ketine asteke krîtîk û gotin: "Bidawîbûna tecrîdê, hêşînbûna axê ye. Hatina Newrozê ye. Mifteya aştî, mirovatî, wekhevî û azadiyê di destê Birêz Ocalan de ye."    * Namzetên HDP'ê yên ŞaredariyaTûtaxê Gonul Ozturk û Baran Ozturk, destnîşan kir ku ew ê ji bo wkehevî û biratiyê bixebitin.    * Dayîkên Cizîrî Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî bibîr anîn û gotin: “Dema me ji bo zarokên xwe yên di jêrzemînan de bang dikir, cîhan hemû bêdeng bû. Îro jî ji bo girtîgehan hemû kes bêdengin. Bêdengî mirinê tîne.”   * Kendal Ergîn ku ji bo Newrozê kincên gelêrî difiroşe, ji bo berdewamiya vê çandê ew vî karî dike û ew ê heta roja dawî bajar bi bajar bigere.    * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku beriya her Newrozê di peyamên xwe de aştî û biratiyê destnîşan dikir, peyama wî ya Newroza 2013'an hîn jî tê axaftin û ji bo niha derbasdar e.    * Jinan bilêv kir ku divê şaredarî ji bo jinan qadên îstihdamê biafirînin û gotin: "Em şaredarîvaniyeke ku qîmetê dide jinan dixwazin."    * Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Esenlera Stenbolê, diyar kirin ku wê di 1'ê Nîsanê de Esenler ji AKP'ê xelas bibe.    * Necla Atak ku li Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê 94 roj in di greva birçîbûnê de ye, nameyek şand. Lê belê komîsyona girtîgehê nameya wê sansur kir. Atak di nameya xwe de diyar kir ku moralê wê xurt e û got: "Ger cewher tune be, tu qîmeta bedenê tune ye. A ku bedenê watedar dike cewher bixwe ye."    * Serokê Konseya Navendî ya TTB'yê yê berê Erîş Bîlaloglû, diyar kir ku grevên birçîbûnê gihaştine asteke krîtîk û di dîroka Tirkiyeyê de cara ewil e ku heyetên serbixwe û rêxistinên tenduristiyê nikarin nikarin grevên birçîbûnê bişopînin. Bîlaloglû, anî ziman ku îktîdar civakê dike hevparê sûcê xwe.    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî  Temellî dê li navçeya Kozluk a Êlihê û Navçeya Misircê ya Sêrtê bi gel re bê cem hev û mîtîngan pêk bîne. (10.00-18.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervûn Buldan dê li navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi gel re bê cem hev tev li mîtingê bibe (17.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê bi armanca banga Newrozê bike dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên di greva biçîbunê de dê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)   * Danişina biryarê ya Rojnameger Ahmet Kanbal ku bi sedema di medya civakî de nûçe belav kirin dê îro li 2'emin dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê bê dîtin. (13.00)   * Nûçegîhanê DÎHA yê Edeneyê Volkan Eryîgît ku di sala 2004’an de xebatên hilbijartinê dişopand û qeza derbas kir û jiyana xwe ji dest da dê li ser gora xwe ya Edene bê bibîranîn. (16.00)   * Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik dê li Pirtûkxaneya Lîlavê pirtûkên siyasetmedarên kurd ên "Seher", "Uç Kirik Dal" û "Kurt Siyasetînin Mor Rengi" îmze bike. (16.00)