Çalakgeran bariyerên polîsan ên Yukselê derbas kirin 2017-11-09 09:26:00 ENQERE – 2 çalakgeran serê sibê bariyerên polîsan ên piştî çalakiya Nûriye Gulmen û Semih Ozakça li dora Bîrdariya Mafên Mirovan hatine pêçan şikandin û xwe gîhandin birdariyê. 2 çalakger piştî çalakiyê hatin binçavkirin.  Bîrdardiya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê piştî çalakiyên Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ji 22'ê Gulanê heta niha bi bariyerê polîsan hatiye girtin. Çalakgerên ku her roj dadikevin kolana Yukselê û çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" nêzîkî bîrdariyê nayên kirin.    Serê sibê çalakger Nazan Bozkurt û Celil Aslan ên çalakiyên "Em karê xwe paşve dixwazin" bariyerên polîsan şikandin û derbasî qadê bûn. Çalakgerên ku di destê wan de dowîzên Gulmen û Ozakça hebû, dirûşme berz kirin. Piştî çalakiyê Aslan û Bozkurt hatin binçavkirin.