Temel: Berxwedan mîna agir bi çirûskekê geş dibe 2019-03-18 09:54:50 AMED - Nivîskarê Rojnameya e-rojname Tayip Temel di quncikê îro de bal kişand ser berxwedana li dijî zilmê û diyar kir ku berxwedan wekî air bi çirûskeke geş dibe û gûr dibe.    Nivîskarê Rojnameya e-rojname Tayip Temel îro bi quncikê sernavê "Berxwedan: Vegera jiyanê" cih da berxwedana gelê kurd a li dijî zilmê û û diyar kir ku heyvanê berxwedanê çîrûskên agir in, dema dikevin nava dil, dibin pêt û volqan. Temel, ani ziman ku berxwedan û agir pir dişibin hev. Berxwedan jî mîna agir bi çirûskek geş û gûr dibe, mezin dibe û çiqas mezin bibe tarî û zilmet jî ew qas zû belav dibe.   Nivîsa Temel a bi ser navê "Berxwedan: Vegera Jiyanê" wiha ye:     Hawênê berxwedanê çîrûskên agir in, dema dikevin nava dil, dibin pêt û volqan.  Berxwedan û agir pir dişibin hev. Berxwedan jî mîna agir bi çirûskek geş û gûr dibe, mezin dibe û çiqas mezin bibe tarî û zilmet jî ew qas zû belav dibe.   Her kes ji aliyê xwe ve tevli govenda berxwedanê dibe û bi rengê xwe dixemilîne vê dîlanê. Hinek evîna xwe bi çirûskên agirê berxwedanê pê de pê de mezin dikin. Hinek jî xwe di nava agirê berxwedanê de dişewitinîn û dibin tirêjên ronahiyê. Şewq didin çar aliyan û germ dikin sir û seqema xirabiyê. Leyla Guven îro bûye çirûsk û tîrêjeke geş a berxwedanê ku rêya azadî, rûmet û serfiraziyê nîşanî me hemûyan dide. Ji Ewropayê heta başûrê Kurdistanê bi dehan şoreşger bûn şopdarê Leylayê û mil dan vê govenda mezin. Girtiyên azadiyê jî wekî her dem û dewranê dîsa di taristanê de şewq û ronahiyê didin û banga berxwedanek bi rûmet li me hemûyan dikin. Niha kurd ji heft salî heta heftê salî li pişt vê berxwedanê ne. Kerb û hêrsa civaka kurd gihiştiye merheleya dawî. Tevlî zextên faşîzmê yên nedîtî jî gelê kurd li pişt vê berxwedanê ye û li hemberî tecrîda li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin xwedî hêrs û kîn e. Zordar û neyarên civakê wisa hesabê dikin ku dema xeberek xirab ji zîndanan hat ew ê bikari vê hêrs û kerba mezin bifetisînin. Ew bi êrîş û zordariya li ser çalakiyên piştgiriyê amadekariyê dikin ku bikarin rewşek xirabtir jî îdare bikin.   Lê ew zordar û zilimkar an gelê kurd nas nakin, an jî hin derdor wan dixapînin. Dibe ku hayê wan ji hêrs û kerba dayik, ciwan û jinên kurd nebe. Bêguman ew dixwazin desthilatdariya xwe li ser zêdebûyîna hejmara cendekên zarokên kurd qehîmtir bikin. Lê li hemberî bedeneke ku roj bi roj dihele tu hez nikare bi ser bikeve. Leyla, Nasir û bi dehan şoreşgerên kurd li ber xwe didin. Dayikên kurd li ber xwe didin, lê wijdan û hestiyariya civakê hîn jî perdeya faşîzmê neçirandiye û daneketiye meydanan. Newroz nêzîk dibe. Agirê Newrozê îsal dê bi çîrûskên berxwedana Leyla û bi hezaran berxwedêrên di rojiya azadiyê de ne geş bibe. Roj ne ew roj e ku mirov xwe li ber agirê berxwedanê tenê germ bike. Roj ew roj e ku her kurdek li gorî hêz û taqeta xwe bibe çirûsek û gûrtir bike vî agirî. Bila arê Newrozê tariyê biçirîne û germ bike zîndanên tarî û sar.