'Mehmet Bîlgîn Oguz ê di greva birçîbûnê de nekarî derkeve hevdîtinê’ 2019-03-18 09:28:20 SÊRT - Birayê Şemsettîn Aykaç ê li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê 72 rojin di greva birçîbûnê deye Hayretîn Aykaç, diyar kir ku Mehmet Bîlgîn Oguz ê di greva birçîbûnê de, ji ber ku rewşa wî nebaş bû nekarî derkeve hevdîtinê. Aykaç, da zanîn ku çalakger kirine hucreyên cuda û kesekê nadin gel wan.   Girtiyê 33 salî Şemsettîn Aykaç ji 5’ê Çile ve li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye. Birayê Şemsettîn Aykaç ê 72 rojin di greva birçîbûnê deye, Hayrettîn Aykaç ê çûbû hevdîtinê, diyar kir ku ligel birayê wî Mehmet Bîlgîn Oguz, Sertaç Çelîk û Mazlûm Dînç jî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene. Aykaç, anî ziman ku ev girtî kirine hucreyên cuda û kesekê nadin gel wan. Aykaç, bal kişand ser rewşa girtiyan û wiha got: “Birayê min û Mehmet Bîlgîn Oguz di heman odeyê de dimînin. Ji ber ku rewşa Oguz ne baş bû, nekarî derkeve hevdîtinê. Rayedarên girtîgehê nameyên girtî û hikûmxarên di greva birçîbûnê dene, nadin wan.”   'XWEDÎ GREVÊN BIRÇÎBÛNE DERKEVIN'   Aykaç, da zanîn ku birayê wî kîlo dane û wiha bilêv kir: “Girtî ji gel dixwazin ku xwedî van grevên birçîbûnê derkevin. Dixwazin gel bibe dengê girtiyan. Em dixwazin daxwazên girtiyan bên qebûl kirin. Ji bo rakirina tecrîdê divê gav bên avêtin. Leyla Guven ev 131 rojin di greva birçîbûnê deye. Divê gelê me xwedî vê berxwedanê derkevin. Rewşa girtiyan pir xerabe. Berî ku li girtîgehan mirin rû bide, divê dewlet gavê bavêje. Daxwazên çalakgerên mafdarin. Dixwazin tecrîda li dijî Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Ev daxwazek mafdare.”   Aykaç, bang li raya giştî kir ku deng bidin daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê dene.