Namzetên HDP’ê yên Cîhanbeylî: Emê kooperatîfan û bazaran ava bikin 2019-03-18 09:26:24 ENQERE - Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Cîhanbeylî Serap Kaya û Mehmet Yalçin, derbarê projeyên xwe de axivîn û gotin: “Emê kooperatîf, bazar û Malên Tenûrê yên Xemrî ava bikin. Li navçeya Cîhanbeylî berî her tiştî emê yekitî û wekheviyê ava bikin.”  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li navçeya Cîhanbeylî ya Konya bi îdîaya, ji bo namzetiya hevşaredariyê Mehmet Yalçin û Serap Kaya diyar kiribû. Namzet Mehmet Yalçin, mamosteyek emekdare û nêzî du salan Hevserokatiya HDP’ê ya Konya kir. Yalçin, di navbera salên 1984 û 94’an de, ji Partiya Demokratîk a Civakî (SODEP) Serokatiya Şaredartiya bajaroka Golyazi kir. Yalçin dure dibin navê SHP û CHP’ê de heya sala 1994’an peywira xwe berdewam kir.    Namzet Serap Kaya jî li Konyayê hatiye dine û parêzerek ciwane. Serap Kaya, diyar kir ku ew ji bajarê Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye bûye namzet û wiha axivî: “Îro Guven berxwedanek mezin pêş xistiye. Ji bajarê Leyla Guven ez bûm namzet. Divê hemû kes ji bo Guven dengê xwe bilind bikin.”   ‘JI BO JINAN BÛYE HÊVÎ Û BAWERÎ’   Kaya, anî ziman ku li Cîhanbeylî tu caran jin nebûne serokê şaredariyê û wiha bilêv kir: “Pergala hevserokatiyê, ji bo hilbijêr û jinên Cîhanbeylî bûye hêvî û bawerî. Jin dê bibin xwedî gotin û biryarê bidin. Dinava endamên mecîsa şaredariya me de jî, jin hene. Emê meclîsên jinan û meclîsên taxan ava bikin.”   ‘JIN DIXWAZIN JI BO XWE QADEKÊ AVA BIKIN’   Kaya, dest nîşan kir ku jinên li Cîhanbeylî ji hilberînê hatine dûr kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin hepsî malê hatine kirin. Êdî jin dixwazin bixetin û hilberînin. Dema me qezenc kir, emê jinan ji malê derbixin. Dê jin ji bo xwe qadên nû ava bikin. Şaredariya AKP’ê ya heyî jinan ji nedîtî ve tê. Ji bo jinan tu xizmetê nake û tu projeyên wan tuneye. Projeyên me yên derbarê civaî, aborî û çandê de hene. Emê bazarên ji bo jinan ava bikin. Emê kooperatîfan ava bikin. Emê hilberînên jinan, bi gel re bînin gel hev. Em hem li gundan û hem jî li navenda navçeyê vê bikin.”   ‘GELÊ CÎHANBEYLÎ ME HEMBÊZ DIKE’   Mehmet Yalçin jî, diyar kir ku şaredariya AKP’ê ji bo navçeya Cîhanbeylî xizmet nekir û wiha axivî: “Eleqeyek mezin ji bo me heye. Gelê Cîhanbeylî me hembêz dike. Dibe ku em li vê derê qezenc bikin. Rewş wisan xuya dike. Min soz ji gel re da, gava em şaredariyê qezenc bikin, em ê deriyê şaredariyê heya dawiyê li gel vekin.”   ‘BERÎ HER  TIŞTÎ EM Ê YEKITÎ Û WEKHEVIYÊ AVA BIKIN’   Yalçin, anî ziman ku weke HDP’ê dê li Cîhanbeylî gelek tiştan bikin û wiha axaftina xwe  bi dawî kir: “Berî her  tiştî emê li vê derê yekitî û wekheviyê ava bikin. Emê bi desteka gel, kooperatîfan ava bikin. Pîşesazî nehatiye pêşxistin û sîteyek pîşesaziyê tuneye. Emê ji bo vê bi xebitin. Li vê derê koçberî pir zêdeye. Sedama vê yekê jî, betaliye. Divê qadên îstîhdamê bên avakirin. Ev ji bo me girînge. Qadên civakî, park û sporê tuneye. Cîhanbeylî mîna gundekê ma ye. Xizmetkirin li benda me ye.”   MA / Dîren Yurtsever