‘Em xwedî li çalakgeren grevê derbikevin’ 2019-03-18 09:19:18 AMED - Dayik Aysel Tûfan a kurê wê li girtîgehê di greva birçîbûnê deye, xwest ku hemû kes xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê derbikevin û got: “Em bibin dengê zarokên xwe. Êdî bese, bila rojên xirab bi dawî bibe. Îro ezim, sibe dê hûn bin. Em hîn zêde xwedî çalakgeran derbikevin.”  Çalakiya greva birçîbûnê ya di 16’ê Kanûna 2018’an, li girtîgehan dest pê kir û di 1’ê Adarê de li tavahiya girtîgehan belav bû, di asta krîtîk de berdewam dike. Azîz Tûfan ê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” ev 2 sal û nivîn li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiye, ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê deye.    Dayîka Azîz Tûfan Aysel Tûfan a 48 salî, derbarê rewşa kurê xwe de axivî û ev agahî dan: “Min di 6’ê Adarê de bihîst ku kurê min ketiye greva birçîbûnê. Êdî em li malê nikarin sifrê danin erdê. Divê demildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.”    ‘EM DIKIN QÎRÎN Û HEWAR, ÊDÎ BESE’   Tûfan, diyar kir ku ew ji tu kesî natirsin û wiha got: “Bila nefikirin ku em ditişin. EM ji kesê natirsin. Çi dema zarokên me tunebin, em jî tune ne. Ji bo ku ew bijîn emê hemû tiştî bikin. Em li malê weke miriyan dijîn. Bi şev xew nakeve çavê me. Em li malên xwe bûn dengbêj. Em tim li ser zarokên xwe distrînin. Em dikin qîrîn. Cîran bi dengên me ve tên. Êdî bese.”    ‘EM BIBIN DENGÊ WAN’   Tûfan, da zanîn ku ji dîrokê ve li ser gelê Kurd polîtîkayên zilmê tên birêve birin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew çiqasê zilmê bikin, gelê Kurd ewqas radibe ser piyan. Em dayîkên dilê me şewîtine. Serê me bilinde. Me zarokên xwe birûmet mezin kirin. Ji ber vê berxwedana wan jî birûmete. Di serî de gelê Kurd, hemû kesên tişta ji destên wan tên divê bikin. Werin em bibin dengê zarokên xwe. Me rojên pir zor û zehmet derbas kirin. Êdî em naxwazin rojên xerabtir bibînin. Îro ezim, sibe hûnin.”