Wekîla HDP’ê Orhan: Em ê daxwazên xwe carek din li qadên Newrozê biqîrin 2019-03-18 09:18:39 WAN - Parlementera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, diyar kir ku grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, gehiştine astek krîtîk û got: “Gelê me dê li qadên Newrozê bibe, dengê qîrîniya li zindanan bilind bûye.”    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Muazzez Orhan, derbarê çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dikin de axivî û diyar kir ku divê demildest daxwazên çalakgeran bên qebûl kirin.    'LI TU DEVERÊN CÎHANÊ MÎNAKA VÊ TECRÎDÊ TUNEYE’   Orhan, da zanîn ku li 3 girtîgehên Wanê nêzî 300 girtiyan di grevên birçîbûnê dene û wiha got: “Rewşa girtiyên di 16’ê Kanûna 2018’an ve dest bi greva birçîbûnê kirin, asta krîtîkbûnê derbas kirine. Daxwaza rakirina tecrîdê, daxwazek mirovî û hiqûqiye. Em dibêjin tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Li tu deverên cîhanê mînaka vê tecrîdê nîne. Ji ber vê em dibin sûcê mirovahiyê ye.”    'EV DAXWAZ DAXWAZA PÊŞEROJ Û RONAHIYÊ YE'    Orhan, di dewama axaftina xwe de, wiha bilêv kir: “Ev çalakî ji bo aştî, yekitî û azadiyê ye. Ev daxwaz dê  ji bo gelên Tirkiyeyê, pêşerojek ronahî bîne. Ji bo ku grevên birçîbûnê bi dawî bibin, divê ev daxwaz bên qebûlkirin.”    'EM Ê LI QADÊN NEWROZÊ DAXWAZÊN XWE BIQÎRIN'    Orhan, bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê û girîngiya hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di Newrozê de, gelê me dê li qadan bin. Dê li qadên Newrozê daxwazên xwe bi qîre. Dîsan dê li qadan bibe dengê qîrîniya li zindanan bilind bûye. En bang li gelê xwe dikin ku di Newrozê de xwedî berxwedana zindanan derbikevin. Em dibêjin, em Leyla Guven bidin jiyîn. Leyla Guven mafdare. Daxwaza Leyla Guven, daxwaz hemû gelê Kurde. Divê ev daxwaz bê qebûlkirin û demildest tecrîd bê rakirin.”   MA / Mujdat Can