Zulkuf Gezen ê di greva birçîbûnê de dawî li jiyana xwe anî 2019-03-17 19:53:33 TEKÎRDAG - Hat diyar kirin ku Zulkuf Gezen ê di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Tekîrdagê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, dawî li jiyana xwe anî  Hat diyar kirin ku Zulkuf Gezen ê di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, şeva din dawî li jiyana xwe anî. Hat destnîşan kirin ku cenazeyê Gezen rakirine, morga Nexweşxaneya Lêkolînê ya Namik Kemal.    Malbata Gezen a agahî girtin, ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin hatin Stenbolê. Malbatê cenazeyê kurê xwe ji nexweşxanê girt û ji Tekîrdagê ber bi Stenbolê ve ketin rê.   Hat diyar kirin ku cenazeyê Gezen dê saet 21.00’an de, ji Balafirgeha Ataturkê, bînin Amedê.