Namzetên hevşaredariyê yên HDP’î: Emê bi gel re çareser bikin 2019-03-17 17:16:30   NAVENDA NUÇEYAN – Namzetên Hevşaredariyê yên HDP'î yên navçe û bajaran, xebatên xwe yên hilbijartinê li tax û gundan di nava gel de berdewam dikin. Welatiyan pirsgirêkên xwe anîn ziman û çareserî xwestin.b Namzetan jî diyar kirin ku dê bi hevre pirsgirêkan çareser bikin û bi hevre biryaran bidin.    Namzetên Hevşaredariyan ên HDP'î li gelek bajar û navçeyaen welatî, esnaf û gund ziyaret kirin û li pirsgirêk û daxwazên welatiyan guhdar kirin.    MELETΠ   Rêxistina HDP'ê li gelek bajar û navçeyan di çarçoveya xebatên hilbijartina Rêveberiyên Herêmi ya 31'ê Adarê de bi tevlêbûna namzetên hevşaredariyê yên HDP'î, endam û rêveberên HDP û DBP'ê ger û ziyaretên xwe berdewam dikin. Nameztên HDP'ê yên Meletiyê welatî û esnafên Sîteya herêma Pîşesaziya Ozsan û taxên Dilek, Yakınca, Hatunsuyu ziyaret kir.    QERS    Li Qersê jî parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik, di çarçoveya xebaten hilbijartinê de li biroyên hilbijartinê yên HDP'ê yên Qersê geriya û welatî ziaret kir. Namzetên Hevşaredariyê yên Qersê Ayhan Bilgen û Şevin Alaca jî tev li ziyaretan bûn û bi hevre gel û buro ziyaret kirin.    RIHA    Rêxistina HDP'ê ya Rihayê jî bi heman armancê tevî namzetan li gundên navçeyan geriyan û bigel re hatin cem hev. HDP'î îro li gundên Karakeçî û Qerejdaxê geriyan. Parlanenerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, namzetên Sîweregê Turan Tuysuz, Emine Çetiner û rêveberen HDP'ê tevî ziyaretan bûn.    WÊRANŞAR   Rêxistina HDP'ê li navçeya wêranşarê jî bi tevlêbûna Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu û namzetên hevşaredariyê bi girseyek mezin li gundan geriyan.    SÎLOPΠ   Rexistina HDP'ê ya navçeya Sîlopî jî bi heman armancê li gundên Kizir e Sîlopî bi tevlebuna sedan kesan Buroya Hilbijartinê vekir. Di vekirinên buroyê de alên HDP'ê û pankarta "Bila Tecrîd rabe, Leyla Bijî" ya Wêneyê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li ser û di çalakiya grevê de ye rakirin. Bi pant û dirûşmeyan piştgirî dan çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketiye grevê. Piştî axaftinan dayika Omer Kabûl ê di 16'ê Kanûna 2018'an de li Girtîgeha tîpa L a Panosê ketiye greva birçîbûnê, Emine Kabul buro vekir û got biba ser xerê be. Bila ev buro bibe buroya aştû û azadiyê. Bername bi govendê bi dawî bû.    ÊLIH    Rêxistina HDP'ê ya Êlihê jî bi heman armancê di saetên serê sibê de derketin gera gundan. Namzetên HDP'ê yê Êlihê Songül Korkmaz û Mehmet Demir, Parlamenteren HDP'ê Necdet Îpekyuz û Namzetên Heskifê Zozan Şimşek tev li gera gundan bûn.    Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, Namzetên hevşaredariyê Songul Korkmaz û Namzeta Girêsîra Halime Aydin jî di navde jinên TJA'yî bi gelê Giresîra re hatin cem hev. Heyetê bang li gele Giresira kirin ku tev li Newroza 21'e Adarê ku li Elihê bê pîrozkirin bibin kir.