Leyla Guven ji wekîlên di grevê de çîçek şand: Teqez emê bi ser bikevin 2019-03-17 16:35:57   AMED - Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) Leyla Guven ku 130 rojin bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, ji parlamenterên HDP'ê Dersîm Dag, Tayip Temel û Murat Sarisaç ku li avahiya HDP'ê ya Amedê di grevê de ne re çîçek şand.    Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 130'yemîn de didome. Bi heman armancê di 3'ê Adarê de jî parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê dest bi grevê kir. Di 8'ê Adarê de jî bi heman armancê  parlamenterê HDP'ê Tayip Temel û Murat Sarisaç li avahiya HDP'e ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) Leyla Guven, ji parlamenterên HDP'ê Dersîm Dag, Tayip Temel û Murat Sarisaç re çîçek şand û diyar kir ku ew bawer dike ku dê bi ser bikevin û teqez wê bi ser bikevin.    Guven bi riya keça xwe Sabiha Temizkan ji parlamenteran re çîçek şand û xewst li ser navê çalakgeran bide Wekîla HDP’ê Dersim Dag. Dîsa silavên xwe ji çalakgerên nobetê re şand.  Leyla Guven bi riya keça xwe peyam şand. Temîzkan, got "Dayika min got em bawer dikin emê bi ser bikevin. Pir silavê wê hebûn. Ez hêvî dikim ku êdî emê bigêjin armanca xwe. Ji ber ku daxwazên dayika min û hevrêyên wê daxwazên rewa, hiquqî û mirovî ne. Em dixwazin demek beri demekê daxwazên wan têxin meriyetê. Ez li gel dayika xwe me û pir hêzê ji wê distinim. Dibe ku tenduristiya wê xerab e. Lê moralê wê gelek baş e. Pir silav şandin."    Zêdeyî sed çalakgerên di nobetê de jî peyama Leyla Guven bi çepîk û tilîliyan bersivand.