Qeyûmê Wanê biryara dadgehê nas nekir 2017-11-09 09:05:30 WAN - Qeyûmê Wanê 12 kergehên li ber Gola Wanê li ruxmê bertekan jî dîsa rûxandin. Her çendî biryara dadgehê ya "rêveçûnê rawestînin" hebû jî, kargehên welatiyan hatin rûxandin. Welatiyan destnîşan kirin ku qeyûm ne li gorî qanûnê, li gorî "nêrîna siyasî" kargeh rûxandin.  Qeyûmên tayînên şaredariyên kurdan hatine kirin, zilmê li welatiyan dikin. 12 kargehên li navçeya Artemêtan a Wanê û li ber golê ne, bi hinceta "Dê Kordona Pêravê bê çêkirin" ji hêla qeyûm ve hatin rûxandin. Di çarçoveya projeyê de li bendê bûn ku hemû kargeh bên rûxandin, lê tenê 12 kargeh hatin rûxandin û ev jî bû sedema nerazîbûnan. Esnafê herêmê dan zanîn ku li gorî nêrîna siyasî dikanên wan tên rûxandin û aşkera kirin ku di çarçoveya projeyê de divê saziyên cemaweriyê bên rûxandin, lê tenê rûxandina hin kargehan rastî bertekên welatiyan hat.   'LI GORÎ NÊRÎNA SIYASÎ NÊZ DIBIN'   Welatiyê bi navê Dilovan Çagatay kargeha wî jî li ber golê ye, ev 30 sal e li wir xebatê dike, her çendî destûrnameya xebatê hebe jî kargeha wî rûxandin. Çagatay da zanîn ku her çendî biryara dadgehê ya "rêveçûnê rawestînin" heye jî, di şevekê de kargeha wî rûxandin û ev tişt got: "Polîsên ku ji bo rûxandinê hatin min biryara dadgehê nîşanî wan da. Gotin ku '50 biryarên wisa hebin jî em ê birûxînin.' Ji ber ku em kurd in kargehên me dirûxînin. Niha li pêravê golê gelek dikan vekirî ne. Di destpêkê de 9 kargeh hatin rûxandin. Ev jî ji ber nêrîna wan a siyasî hatin rûxandin."   PROJEYEK DÊ ÇIMA LI WIR DESTPÊ BIKE?   Çagatay da zanîn ku hêj li çep û rastê dikana wî kargehên cuda hene û wiha pê de çû: "Dema bêjin proje divê serî heta binî biçe. Lê proje li holê ye, dest bi kargehên nû kirin. Qeyûm li ku bixwaze li wir zilmê li esnfan dike."   QEYÛM: MIN RÛXANDIYE? RÛXAND   Bulent Coşkun jî anî ziman ku berî 15 rojan qeyûm ji wan re biryarname şandiye û xwestiye di nava 15 rojan de dikanên xwe vala bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema me biryarname girt, me gelek caran xwest em bi qeyûmê Şaredariya Artemêtê Atif Çîçeklî re hevdîtinê pêk bînin. Lê tenê carekî jî bi me re hevdîtin pêk neanîn. Li ser vê me 11 esnafan serî li dadgehê da, doz vekir û dadgehê biryara 'rêveçûnê rawestînin' da. Em 40 esnaf hatin gel hev û me îmze da, lê qeyûm bi hin esnafan re hevdîtin kir û li hev kirin. Temê em esnafên kurd man." Coşkun bertek nîşanî biryara qeyûm da û got ku "Tenê dijmin li dijminê xwe vê yekê dike."   ‘LI GORÎ KESAN MUAMELE DIKIN’   Esnafê bi navê Nevzat Can jî aşkera kir ku wan berdêla sîgorte, kirê û bacê ya dikanê daye û ev tişt anî ziman: "Madem dadgeh heye û mafê mirovan diparêze, heke kesekî were û dadgeha bixe bin bandora xwe, bila dadgehan rakin. Bida rayeyên dadgehê teslîmê van kesan bikin em jî bizanibin û li gorî wê tevbigerin. Em xwe dispêrin edaletê, lê mixabin edalet tune. Li gorî kesan tev digerin."   WALÎ GOT KU 'EM Ê ELEQEDAR BIBIN' LÊ...   Waliyê Wanê Murat Zorluoglu di Tîrmeha 2017'an de di axaftineke xwe de bal kişandibû ser dagirkeriya saziyên cemaweriyê yên li pêravê Gola Wanê û ev tişt gotibû: "Dê li vir li gorî qanûna pêrav û qeraxan tevgerîn çê bibe. Ez ê wekî walî mudaxaleyê vê bikim. Kê li gorî xebatê tev negere dê li dijî wî mudaxale pêk bê û dê destûr neyê dayîn ku li vir tiştek bê çêkirin."