Hevşaredar sal û nîvek şûnde derdikevin pêşberî dadger 2017-11-09 09:04:44 ŞIRNEX – Hevşaredarên Hezexê Nevîn Gîrasun û Mehmet Muhdî Aslan û Hevşaredarê Bajorêkê Deşta Darê Nurî Akman dê piştî sal û nîvek şûnde derkevin pêşberî dadger. Di angaştnameya her sê hevşaredaran de sûcariyên sosret cih digirin.  Hevşaredarên Hezexê Nevîn Gîrasun û Mehmet Mhdî Aslan û Hevşaredarê Bajorêkê Deşta Darê Nurî Akman ên ku ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve ji peywîrê hatin girtin û di şûn wan qeyûm hatin tayînkirin ku niha girtî ne angaştnameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hat amadekirin temam bû. Angaştname ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin. Ji bo Aslan bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” û “Perçekirina yekîtî û tevahiya dewletê” û ji Gîrasûn û Akman re jî bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” ceza tê xwestin.    Hevşaredar Aslan ê di 25’ê îlona 2016’an de hat girtin dê di 19’ê çileya 2018’an de, Gîrasûn û Akman ên di 24’ê tebaxa 2016’an de hatin girtin jî dê di 22’ê çileya 20a18’an de li Şirnexê derbikevin pêşberî dadger.    ÇÛYÎNA MALA ŞÎNÊ JÎ BÛ SÛC    Di angaştnameya der barê Aslan de hat amadekirin rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat ku bi KHK’ê hatin girtin wek sûc hat nîşandan. Her wiha di angaştnameya Aslan de îfadeyên 2 şahidên vekirî û şahidên nepen cih digire. Li Şirnexê û navçeyên wê şahidên nepen Dolunay, Hîlal û Turkuaz ku bûne sedemê girtina bi sedan mirov, di angaştnameyê de cih dane îfadeyê wan. Çûyîna Mala Gel (Mala Şînê) ya taxa Turgut Ozal jî wek sûc hat nîşandan.    CIVÎNA HEVŞAREDAR JÎ SÛC E   Di angaştnameyê de îfadeyên şahidên nepen ku dişibin hev wiha ne: “Diçû mala sersaxiyê. Beşdarî cenazeyan dibû. Alîkariya endamê rêxistinê dikir.” Civîna bi hevşaredarên DBP’ê re jî wek sûc hat nîşandan.    ŞAL Û ŞAPIK JÎ SÛC NÎŞAN DAN!   Di şahî û pîrozbahiyên Newrozan de hevşaredar Aslan kincên herêmî şal û şapik ku li xwe kiribû jî şahidiya sûc hat qebûlkirin.    STRANÊN KURDÎ Û BÎRANÎNA DÎNK KIRIN SÛC!   Di angaştnameya Hevşaredar Gîrasun de cih dan heman angaştan û sûcan. Îfadeyên şahidên nepen Dolunay, Bulut û Turkuaz dişibin hev di angaştnameya Gîrasun de cih digire. Di angaştnameya hin stranên kurdî sûc hatin nîşandan de hin çalakiyên di çarçoveya rêbazên demorkatîk de pêk hatin jî sûc kirin sûc. Bîranîna rojnameger û nivîskarê ermenî Hrant Dînk ku hat qetilkirin jî wek sûc nîşandan.    FLAMAYÊN KESK, SOR Û ZER Û ‘TÊKILIYA BI RÊXISTINÊ RE’    Di angaştnameya Hevşaredarê Deşta Darê Nurî Akman ku dê bi Gîrasun re bê darizandin de jî heman îfadeyên şahidên nepen cih digirin. Heman sûcên hevşaredarên din li angaştnameya Akman jî zêde kirine. Flamayên kesk, sor û zer ku di meş û çalakiyên Akman jî beşdar bûye mîna “Têkiliya bi rêxistinê re” nirxandin.