Ji bo Newroza Şirnexê banga tevlêbunê 2019-03-17 14:02:00     ŞIRNEX - Komîteya Amadekar a Newrozê ya Şirnexê ji bo tevlêbûna pîrozbahiya Newrozê ku piştî 3 salin nikarin li nava bajar pîroz bikin banga tevlêbûna pîrozbahiyê kirin.    Komîteya Amadekar a Newrozê ya Şirnexê, bi boneya tevlêbûna Newroza Şirnexê ku di 21'ê Adarê de pîroz bikin, banga tevlêbûnê kirin. Komîteya Amadekar, ji bo banga pîrozbahiya Newrozê li Avahiya HDP'ê ya Şirnexê civîna çapemeniyê pêk anîn. Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê  Halil Uçar, daxuyanî da û diyar kir ku Newroz mizgîniya baharê ye. Ji ber derketina kolanan hatibu qedexekirin gelê Şirnexê 3 salin nikaribû Newrozê li nava bajar pîroz bike. Uçar, anî ziman ku dê îsal li Qada Newrozê ya tenişta Otela Şehri Nuh pîroz bikin û ji hemû gelê Şirnexê xwest tev li pîrozbahiya Newrozê bibin. Uçan wiha got: "Em dê bi şîara hemwelatîbûna wekhev, çareseriya demokratîk, welatekî ku wekî mirov karibin lê bijîn têkoşîna xwe mezin bikin. Em dê li dijî mirinê jiyanê biparêzin, Em dê nîşan bidin ku em dest ji azadiya xwe bernadin. Ji bo pîrozbahiya Newrozê hemû gelê me hatine vexwendin."