Komîteya Newroza Amedê banga tevlêbûna Newrozê kir 2019-03-17 13:04:41   AMED - Komîteya Amadekar a Newroza Amedê têkildarî Newroza Amedê ya 21'ê Adarê civîna çapemeniyê pêk anî. Komîteyê bi dirûşmeya "Em ê tecrîtê bişkînin; Teqez bi serkevin" daxuyanî da û banga tevlêbûna Newrozê kir.    Komîteya Amadekar a Newroza Amedê. bi armanca banga Newroza Amedê ya bi dirûşmeya "Em ê tecrîtê bişkînin; Teqez biserkevin" bê pîrozkirin li Cemîyeta Rojnamegeran a  Guneydogu civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Komîteya Amadekar a Newrozê ku Nûnerên Partiya Demokratik a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Însan û Azadî (PÎA), Hareketa Azadî, Komeleya Kurdistana Şoreşger û Demokratîk (DDKD), Partiya Komînîstên Kurdistan (KKP), Partiya Demokratên Kurdistan a Tirkiye (KDP-T), Partiya Demokratên Kurdistan a Bakur (KDP-Bakur) jî hebûn amade bûn. Komîteya Amadekar a Newroza Amedê têkildarî Newroza 21'ê Adarê civîna çapemeniyê pêk anî. Daxuyani bi kurdî û tirkî hat xwendin. Bi Kurdî Hevserokê DBP'ê yê Amedê Garip Kandemir, bi tirkî jî Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî Sedat Dogan  xwend.    Daxuyani wiha ye:    Hem li Rojhilata Navîn û hem jî li herêmê, em Newroza îsal di nava şer, tecrîd, krîz û aloziyan de pêşwazî dikin. Em ê Newroza îsal her wiha bi Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê ku di heman demê de referandûmeke, pêşwazî dikin. Ev rûdane nîşan didin ku dîroka zilm û înkarê ya sedsalî tenê dikare bi berxwedanê bê guhertin. Di vê serdemê de girîngiya xeta azadiyê ya gelên me ku xwedî îdiaya jiyaneke bi hev re, wekhev û demokratîk e, bêhtir derketiye pêş.    Di serdema me de ku siyaseta demokratîk bi sepanên zextê ji holê tê rakirin, yên ku li dijî zîhniyeta darbekar, li dijî kedxwariyê, li dijî tunekirina xwezayê, li dijî polîtîkayên înkar-îmha û pişaftinê, li dijî komkujî û dagirkeriyê û li dijî qirkirinên aborî, çandî û siyasî hêviya gelan zindî dihêlin, di roja me de ji her demê bêhtir li ber xwe didin.   Jinên ku pêşenga têkoşîna me ne îro  jî di refa herî pêş cihê xwe digirin. Jin têkoşîna xwe ya di her qadê jinan bikin hîmê jiyanê  bi coşa xwe ya ji 8'ê Adarê girtî  bi biryardarî digihîne Newrozê.      Rojeva  gelê me ya esasî têkoşîna ji bo li welatê hevpar welatîbûna wekhev e, çareseriya demokratîk e, di her qadê de têkoşîna li dijî  hemû sepandinên faşîzmê ye, û helbet çalakiya greva birçîbûnê ye ku bi pêşengiya hevseroka KCD'ê  û parlamentera me  ya colemêrgê  Leyla Guven e ku armanc şikandina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Em Newroza 2019'an a Amedê bi van rojevan pêşwazî dikin.   Bo ku Cejna Azadiyê bi coş û biryara bilind a gel li Amedê bê lidarxistin em hemû amadekariyan bi heyecana cejnên pêk tînin. İsal ji bo hemû xebatên pêşwext ên Newrozê û roja pîrozbahiyê pêk bên ji hezarî bêtir peywirdar bi rihê seferberiyê dixebitin.  Îro ji bo ku Cejna Azadiyê bi coj bê pîrozkirin hemû aliyên xebatan bi hesasyeteke mezin hatiye plankirin.  Xebatên vexwendina mêvanên beşdarê Newroza Amedê dibin çi li welêt û dervayê welêt bi hemû lezdanê li ber encamê ye. Hêjayê gotinê ye ku  daxwazeke mezin ya ji bo beşdarbûna Newrozê ji welat û dervayê welat heye.    Baweriya me ev e ku dê hemû gelê me yên li Amedê roja 21’ê Adarê bi helwest û biryardariyeke xurttir bibe lehî û biherike Qada Newrozê. Em li ser navê hemû aliyên di Komîteya Amadekar a Newroza Amedê û hemû aliyên beşdarên tefaqa hilbijartinê de cih digirin gele xwe vedixwînin Cejna Newrozê û careke din bi şiyara; “Emê Tecrîdê Bişkînin” û “Teqez Biserkevin” banga Amadê dikî da ku misyona dîrokî di rihê berwadana pîroz de pêk bê.    Komîteya Amadekar a Newroza Amedê."