KNK: Ne tenê gelê Efrînê xwezaya Efrînê jî kirin hedef 2019-03-17 11:30:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Rêveber a KNK’ê bi boneya salvegera ketina Tirkiye ya Efrînê, diyar kir ku Tirkiye tevî hêzên xwe yên çekdar û teknîkeke mezin Efrîn dagir kir û wiha got: "Tirkiye tevî komên çete Efrîn wêran û talan kir. Zilmekî mezin kir. Efrîn birîna hemû kurdane. Dermankirina wê jî bi rizgarkirinê pêkane."    Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi boneya salvegera ketina Tirkiye ya Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK’ê, bi bîr xist ku Tirkiye bi hemû hêzên xwe yên hewayî û bejahî û bi çeteyan di 20’ê çileya 2018’an de êrîşî herêma Efrînê kir û wiha got: “Di êrîşa dagirkeriyê de ne tenê hêzên parastinê, her wiha gelê Efrînê, xwezaya Efrînê bi rengekî hovane hedef hate girtin. Li hemberî van êrîşan, hêzên YPG/YPJ’ê bi qehremanî û bi fedakariyeke mezin li ber xwe dan. Lê di navbera herdu hêzan de hevsengiyek tune bû. Mirov nikare ne bi hejmar ne jî bi îmkan, hêza YPG/YPJ’ê û artêşa tirk bide beramberî hev. Lê li gel vê rewşa giran jî, 58 rojan bi qehremaniyek bê hempa li ber xwe dan. Di encamê de Efrîn hate dagirkirin."    KNK'ê da zanîn ku di şerê Efrînê de gelê kurd li welat û derveyî welat bi giştî li ser pêyan bû û destek dan berxwedana Efrînê û wiha daxuyanî berdewam kir: "Piraniya rêxistin û hêzên kurdî jî destek dan vê berxwedanê. Lê mixabin hejmareke kêm be jî hinek hêzên kurdî jî, ev berxwedan temaşekirin û li hemberî dagirkeriya dewleta tirk derneketin. Heta hinek kes û hinek komên biçûk, bûn hevalê dewleta tirk û tev li civînên wan bûn, li bajarê Dîlokê meclisên sexte avakirin û xwestin dagirkeriya dewleta tirk rewa nîşan bidin. Piştî şer, dewleta tirk ev kes û kome jî dane aliyekî û bernameya xwe ya ku dixwaze Efrînê ji kurdan paqij bike berdewam kir. Di berxwedana Efrînê de kê çi kir an jî nekir, gelê me hemûyê dibîne û dizane."    EFRÎN TALAN Û WÊRAN KIRIN   KNK'ê, destnîşan kir ku salek di ser ketina Efrînê re derbas bû û wiha li daxuyaniyê zêde kir: "Çawa di şer de hemû pîvanên mirovahî û hiqûqî hatin binpêkirin, hovîtiya hêzên tirk û hevkarên wan ên çete piştî dagirkirinê jî domiya. Herêma Efrînê bi temamî hate talankirin. Gelê Efrînê hate koçberkirin, kesên cuda li herêma Efrînê hatin bicihkirin û demografyaya Efrînê hate guherandin. Di serî de Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan ên cîhanî, di raporên xwe de ev rastiye tesbît kirin û dibêjin ku dewleta tirk û hevkarên wê li Efrînê ‘sûcên şer û sûcên li dijî mirovatiyê’ kirine û van kiryarên xwe didomînin."    EFRÎN KIRIN KAMPA ÇETEYÊN SELEFΠ   KNK'ê bibîr xist ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de Efrîn cihekî herî ewle û bi îstîqrar bû û wiha pêde çû: "Bi sedhezaran koçber li Efrînê bicih bibûn. Li Efrînê rêveberiyeke laîk û demokratîk hebû. Niha Efrîn cihekî herî aloz e, bê hiqûqî berdewame, roj bi roj demografyaya wê tê guhertin û bûye kampa hêzên tundrew û selefî. Niha jî piraniya wan di kampên Şehbayê de ne û bi sedhezaran efrînî jî koçber û penaber in."    'ZÊDETIR KEÇ Û XORTÊN KURT ŞEHÎD BÛN'   KHK'ê herî dawî anî ziman ku di berxwedana Efrînê de, ji seranserê Kurdistanê ji hezaran zêdetir keç û xortên kurd û dostên kurdan şehîd bûn û wiha bi dawî kir: "Bi sedan mirovên me yên sivîl şehîd bûn û bi hezaran jî birîndar bûn. Bedelên mezin hatin dayîn. Em di şexsiyeta şehîdên berxwedana Efrînê de hemû şehîdên azadiyê bi rêz û bi hurmet bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin.   EFRÎN BIRÎNA HEMÛ KURDAN E   Piştî dagirkeriyê jî, berxwedana Efrînê berdewam kir. Niha jî ev berxwedan berdewame. Hêzên ku niha li Efrînê li ber xwe didin, bi navê Hêzên Rizgariya Efrînê xwe jinûve birêxistin kirine û bi teqtîkên gerîla şerê xwe berdewam dikin. Em piştgiriyê didin wan hêzan û berxwedana wan silav dikin. Efrîn Kurdistan e û niha birîndar e. Ev birîna hemû Kurdistanê ye. Dermankirina vê birînê rizgarkirina Efrînê ye. Ev kar û wezîfeyeke me ya neteweyî ye.   LI KOLANAN DAGIRKERIYA EFRÎNÊ ŞERMEZAR BIKIN    Bi vê munasebetê em careke din bang li gelê kurd û hemû hêzên kurdistanî dikin ku di salvegera dagirkeriyê de li kolanan bin û dagirkeriyê protesto bikin, xwedî li Efrînê û gelê wê  derkevin, Hêzên Rizgariya Efrînê destek bikin. Her wiha em bang li raya giştî ya cîhanê, Neteweyên Yekbûyî û hêzên peywendîdar jî dikin ku li hemberî dagirkeriya dewleta tirk helwestê nîşan bidin û tekoşîna gelê me ya rewa destek bikin.”