'Em hêzê ji berxwedana Mehmet Tûnç û Leyla Guven digirin' 2019-03-17 09:34:41   MÊRSÎN – Aydin Ogûz ku li Girtîgeha Gîresûnê 45 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got: "Em ê wekî berxwedana hevalên xwe Mehmet Tûnç û Leyla Guven barê vê berxwedanê hilgirin ser milê xwe."    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 130'yî de ye. Her wiha bi heman daxwazê li li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger didome.    Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê Aydin Ogûz ku 9 sal in girtiye tevî 15 hevalên xwe ji 1'ê Sibatê ve di greva birçîbûnê de yeç    Bav Osman Ogûz, di 13'ê adarê de kurê xwe dît û diyar kir ku moralê kurê wî baş bûye. Bav Ogûz, anî ziman ku îdareya girtîgehê av, xwê, şekir û lîmonê pir hindik dide çalakgerên di greva birçîbûnê de.    'EM Ê BARÊ VÊ BERXWEDANÊ HILGIRIN'    Bav Ogûz, peyama kurê xwe bi raya giştî re parve kir: "Em ê heta dilopa dawî, wekî berxwedana hevalên xwe Mehmet Tûnç û Leyla Guven barê vê berxwedanê hilgirin. Wexta em çalakiya xwe didomînin, em wan tînin bîra xwe. Berxwedana wan hêzê li hêza me zêde dike. Heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî nebe, wê çalakiya me dewam bike. Rewşa me baş e. Moralê me xurt e."    Bav Ogûz jî got: "Daxwaza wan daxwaza me ye. Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe divê her kes tev bigere. Vîna Leyla Guven û girtiyan vîneke xurt e. A dikeve ser milê me jî ew e ku em xwedî li vê vînê derkevin. Divê hikûmet rojek berî rojekê guh bide vê daxwazê."    MA / Ergîn Çaglar