Namzetên HDP'ê yên Çinarê: Em ê tevî gel biryarê bigirin 2019-03-17 09:15:56     AMED - Namzetên tifaqa kurd ên Çinarê Neclsa Tamrîş û Bedrî Kaya, diyar kirin ku ew ê tevî gel pirsgirêkên navçeyê çareser bikin û gotin: "Em ê tevî gel biryaran bigirin."    Namzetên HDP'ê yên Çinara AMedê Necla Tamrîş û Bedrî Kaya, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê lezandin. HDP'ê ji bo Çinarê bi partiyên kurd re tifaq çêkir û ji Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Bedrî Kaya û ji endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Necla Tamrîş kir namzet.    'EM Ê BI HEV RE BIRYARAN BIGIRIN'    Kaya, diyar kir ku 93 gundên navçeyê hene û heta niha ew çûne 70 gundî. Kaya, bilêv kir ku li her gundî bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin û got: "Namzetê partiyeke siyasî ji welatiyan re dibêje ew ê fabrîkaya şekir vebikin. Welatî jî ji vî namzetî re dibêje 'Hûn fabrîkayên heyî difiroşin, hûn çawa fabrîkayan vekin.'"    Kaya, destnîşan kir ku tiştên ku ew nikarin bikin ew nikarin soza wan bidin û got: "Li navçeyê çi bê kirin, em ê tevî gel biryarê bigirin." Her wiha Kaya bal kişand ser girîngiya çandiniyê û destnîşan kir ku ew ê li navçeyê di bin banê şaredariyê e kooperatîfan ava bikin.    'WÊ TÊKOŞÎNA ME YA JI BO AŞTIYÊ DEWAM BIKE'    Necla Tamrîş ku bi salan di bin banê Meclîsa Dayikên Aştiyê de têdikoşe, diyar kir ku ger ew bên hilbijartinê wê têkoşîna wan û Dayikên Aştiyê dewam bike. Tamrîş bal kişand ser têkoşîna jinan û anî ziman ku projeyên wan ên der barê jin, ciwan, çand û hunerê hene.    Tamrîş, diyar kir ku saziyên jinan niha hatine pasîfkirin, lê belê wexta ew bên hilbijartin ew ê van saziyan ji nû ve vebikin. Her wiha Tamrîş, diyar kir ku ew ê li navçeyê ji bo jinan kafeyekê vebikin û li parkan pirtûkxaneyan çêbikin. Tamrîş, bal kişand ser keda jinan a di warê çandinî û sewalvaniyê de jî û anî ziman ku ji bo jin berên xwe bifiroşin ew ê bazarên jinan ava bikin.    Tamrîş, bilêv kir ku ew ê li gundan mal bi mal bigerin û ji bo jin bêtir serwext bibin ew ê behsa têkoşîna jinan bikin.