'Polîsan avêt ser mala me û çek spartin serê me' 2019-03-17 09:10:17     STENBOL - Nesîbe Başaran, bilêv kir ku polîsan di 13'ê Adarê de avêtiye ser mala wan û kurê wê binçav kirine û di dema seravêtinê de kesên li malê hemû serdevkî dirêjî erdê kirine û çek spartine serê wan.    Polîsan di 13'ê Adarê de li semta Yenîbosna ya Bahçelîevlerê avêt ser mala Başaranê. Polîsan bi hinceta der barê Serdar Başaran de (24) biryara binçavkirinê heye avêt ser malê. Ji ber Başaran ne li malê bû, polîsan mal serobino kir û paşê ji malê çûn.    'ÇEK SPARTIN SERÊ ME'    Dayik Nesîbe Başaran, diyar kir ku polîsan danê sibehê avêt ser mala wan û çawa ketine malê çek spartine serê zarokên wan ê di xew de bûne. Başaran, bilêv kir ku wan ji polîsan re gotiye ji bo çi hatine, polîsan gotiye: "Dengê xwe nekin, em ê we bikujin." Başaran got: "Polîsan em hemûyan serdevkî dirêjî erdê kirin. Çek spartin serê me û nehiştin em biaxivin. Zarokên min ji tirsa digiriyan. Wexta me ji zarokan re got, netirsin polîsan got 'dev ji zarokan berdin.' Piştî lêgerînê, em rabûn ser xwe. Me ji polîsan re got 'we tiştek dît?', ji me re gotin 'na". Paşê li Serdar pirsîn. Piştî lêgerîn qediya, kaxezek bi me dan îmzekirin ku tiştek bi malê nehatiye kirin. Polîsan, ji bo şahidiyê bikin cînarên me anîn. Rast e, tiştekî me neşikandin. Ma can muhîm e an mal? Piştî avêtina ser malê zarokên me bi xwe ve nehatin."    Başaran, diyar kir ku ew giliyê polîsan bikin û got: "Ji ber kurê min diçe HDP'ê û li wir dixebite davêjin ser mala me. Ji bo çi navêjin ser mala dizan? Çima navêjin ser mala tecawizkaran? Li Tirkiyeyê her roj bi dehan jin tên kuştin. Çima navêjin ser mala wan kujeran? Çima çekê naspirên serê wan?" Başaran, anî ziman ku ji ber polîsan tu hizûr ji wan re nemaye.    'EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN'    Bav Mehmet Emîn Başaran jî diyar kir ku ji sala 1992'yan ve ew bi zext û zoriyên dewletê re rû bi rû mane û got: "Gundê me yê li Sêrtê şewitandin. Em jî hatin Edeneyê. Ji Edeneyê jî em hatin Stenbolê. Tu tişt nema nehat serê me. Hîn jî didome. Kurekî min di girtîgehê de ye, cezayê muebetê lê hatiye birîn. Kurek min jî 15 salan di girtîgehê de ma. Ez jî hatim girtin. Kurê min ê din jî hat girtin. Dewlet pir zêde bi ser me de tê."    Başaran, diyar kir ku polîs bi 15 wesayîtan avêtine ser mala wan û got: "Wexta min ew di wî halî de dîtin keniyam. Ji tirsa wisa dikin. Êdî em hîn bûne. Em natirsin. Em ê li ber xwe bidin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em bi tena serê xwe jî bimînin em ê li ber xwe bidin. Em tu carî dev ji doza xwe bernedin. Çi dikin bila bikin, em minet nakin."