HDP'a Antalyayê: Em ê bi ruhê Newrozê bi AKP-MHP'ê bidin windakirin 2019-03-17 09:08:13   ANTALYA – Hevserokên HDP'a Antalyayê Muhsîn Taşar û Remeziye Zengîn diyar kirin ku ew amadekariyên Newrozê dikin û got: "Li hemberî AKP-MHP'a paşverû  em bang li herkesî dikin ku piştgiriyê bidin namzetên pêşverû."    HDP'a Antalyayê li hêlekê amadekariyên Newrozê dike, li hêlekê jî bênavber ji bo hilbijartinê dixebite. Wê HDp, li navçeyên Alanya û Aksûyê bi namzetên xwe têkeve hilbijartinê û wê ji bo Şaredariya Mezin a Antalyayê û şaredariyên nançeyên din piştgiriyê bide hêzên demokrasiyê. Hevserokên HDP'a Antalyayê Muhsîn Taşar û Remzîye Zengîn, der barê xebatên hilbijartinê û madekraiyên ji bo NEwrozê axivîn.    ‘WÊ AKP-MHP WINDA BIKE'    Zengîn, diyar kir ku li bajêr ew li gor stratejiya partiya xwe tev digerin û heta niha wan buroyên hilbijartinê vekirine, bi gel re civîn çêkirine û belavok belav kirine. Zengîn got: "Partinin belirlediği seçi stratejisine uygun kentte fizibilite çalışmaları yürüterek, bazı parti ve kurumlarla bir araya geldiklerini belirten İl Eşbaşkanı Remzi Zengin, büro açılışları, halk buluşmaları ve bildiri dağıtımlarıyla seçim çalışmalarını yürüttüklerini dile getirdi. Zengin, “Li hemberî AKP-MHP'a paşverû  em bang li herkesî dikin ku piştgiriyê bidin namzetên pêşverû. Wê faşîzma AKP-MHP'ê winda bike."    'EM BI HEMÛ RENGÊN XWE BER BI QADA NEWROZÊ VE BIHERIKIN'    Zengîn, diyar kir ku ew ê îsal Newrozê di 21'ê Adarê de li Şanoya Vekirî ya Konyaaltiyê pîroz bikin û got: Em bi ruhê Newrozê xebatên xwe yên hilbijartinê dikin. Em ê bi ruhê Newrozê faşîzma AKP-MHP'ê bi paş ve bibin. Em bang li hemû jinan û gel dikin ku bi rengê xwe ber bi qada Newrozê ve biherikin."    Taşar ji got: "“Ji bo faşîzma AKP-MHP'ê winda bike em destekê didin partiyên din. Em ê li hemberî AKP-MHP'a paşverû destekê bidin namzetên pêşverû. Ji bo faşîzma AKP-MHP'ê winda bike em bang li gelê xwe dikin ku destekê bidin namzetên pêşverü."    MA / Hamdullah Kesen