Dayika ku 2 zarokên wê di greva birçîbûnê de: Kezaeba min dişewite 2019-03-17 09:06:11   AMED - Hayriye Demîr ku du zarokên wê di greva birçîbûnê de ne, diyar kir ku divê daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin û got: "Kezeba min dişewite. Êdî bes e."    Çalakaiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 130'yî de didome. Her wiha bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî ji 16'ê Kanûna 2018'an ve didome û ji 1'ê Adarê ve jî çalakiya greva birçîbûnê li tevahiya girtîgehan belav bû.    Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê Abdullah Demîr û li Girtîgeha Tîpa D a Amedê jî birayê wî dînar Demîr ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne. Li Abdullah Demîr bi îdiaya "endamtiya rêxistinê û beşdarbûna çalakiya çekdarî" cezayç muebetê hatiye birîn û Dînar Demîr jî saleke ji ber fikrên xwe yên siyasî girtiye.    3 ZAROKÊN WÊ GIRTÎ NE    Dayik Hayriye Demîr (67) diyar kir ku di salên 90'î de du zarokên wê tev li PKK'ê bûne û di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane û hîn jî cenazeyê wan nehatiye dîtin. Demîr, bilêv kir ku di salên 90'î de hevjînê wê Resûl Demîr jî ji ber fikrên xwe yê siyasî hatiye girtin û 10 salan di girtîgehê de maye û piştî hatiye berdan jiyana xwe ji dest daye. Dayik Hayriye Demîr diyar kir ku kurê wê Dînar Demîr di Girtîgeha Tîpa D a Amedê, keça wê Emîne Demîr di Girtîgeha Jina ya Gebzeyê û kurê wê Abdullah Demîr jî di Girtîgeha Elbîstanê de ye. Dayik Demîr, bilêv kir ku ji xeynî keça wê Emîne Demîr du zarokên wê di greva birçîbûnê de ne.    Dayik Demîr, diyar kir ku divê daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bên qebûlkirin û xwest raya giştî bibe dengê çalakgeran.    'EM Ê LI BER XWE BIDIN'    Demîr, bilêv kir ku ji ber tenduristiya wê nebaş e tiştek ji destê wê nayê û got: "Xwezî siheta min baş bûna û daketama kuçeyan û bitêkoşiyama. Lê dîsa jî ez ê li ber xwe bidim. Heta em sax bin em ê li pêyî têkoşîna zarokên xwe bin."    'ÊDÎ BES E'    Demîr got: "Êdî bes e ji vê zilma dewletê re. Ma wê heta kuderê dewam bike." Demîr, destnîşan kir ku divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û ji ber çalakgerên greva birçîbûnê xew bi çavê wê nakeve. Demîr got: "Kezeba min dişewite. Heyf û xebîneta dayikan. Kezeba me dişewite. Êdî bes e."    MA / Ozgur Paksoy-Mehmet Şah Oruç