Namzetên Qubînê: Emê berê xizmeta binesaziyê bikin 2019-03-17 09:01:34   ÊLIH - Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Qubînê, diyar kirin ku piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin hemû xizmetên binesaziyê hat rawestandin. Namzetan anîn ziman ku berî her tiştî dê dest bi xizmeta binesaziyê bikin.   Ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya 31'ê Adarê re 14 roj man. HDP'ê lez dane xebatên xwe yên hilbijartinê. Yek ji cihê ku HDP'ê lez daye xebatên hilbijartinê jî Navçeya Qubînê ya Êlihê ye. li gorî daneyên 2018'an nifûsa Qubînê 30 hezar û 445 kes in. Li Qubûnê 15 hezar û 169 hilbijêr hene. Dê di 31'ê Adarê de 81 sindoq bên avakirin.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di hilbijartina 2014'an de 2 hezar û 172 deng stendin û şaredarî bi dest xist. Lê di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Lê di hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dengê xwe sêqat zêde kir û 8 hezar û 825 deng stend. Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Qubînê Felek Ozel û Eşref Buyuktop diyar kirin ku heta niha qeyûm qet xizmeta navçeyê nekiriye û berî her tiştî dê xizmeta binesaziyê pêş bixin.    Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariyê Felek Ozel (34), demek dirêje çalak di nava  HDP'ê de çalak xebatê dike. Ozel, anî ziman ku dê bi rêveberiya jinê, jin karibin dengê xwe bilind bikin û wiha got: "Jin di qada aborî de zêde cih nagirin. Jin pir dixebitin, lê keda wan nayê dîtin. Berî her tiştî ji bo keda wan bê ditin emê bixebitin. Em dê ji bo jinan parkên taybet ava bikin. Dîsa ji bo qadên civakî jî emê xebatê pêş bixin. Em dê vî bajarî li gel jinan bi rêve bibin û jin dê bibin xwedî biryar. Qubîn cihekî kozmopolitik e. Jinên Qubinê bêtir dixwazin xwe bînin ziman. Gelek jin betal in. Li Qubînê jinek esnaf tune ye. Em dê bikin ku êdî jin jî esnafiyê bikin. Dîsa em dê bi pergala kooperatifê qada kar ji bo jinan ava bikin. Di nava xebatkarên şaredariyê de dê hêjmara jinan zêde bibe. Mînak jin li malê ava firengan çêdike, lê nikare bifiroşe. Em dê qada firotinê ava bikin. Dîsa ji bo xebatên çandê emê ji bo jinan cihên taybet ava bikin. Em dê ji bo jinan baxçeyê çayê yê taybet ava bikin. Em dê ji bo jinan salona sporê ava bikin.    QEYÛM ŞAREDARÎ KIR QEREQOL   Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Qubînê Eşref Buyuktop (55) jî ji serdema DEP'ê heta niha di nava siyaseta kurd de cih digire. Buyuktop, anî ziman ku dê bibe layîqi xizmeta gel û wiha got: "Piştî qeyûm tayînî Qubinê kirin, xizmet rawestiya. Qubîn ji xizmetê dûr ket. Projeya me ya Parka Orhan Dogan  hebû. Lê qeyûm ev proje xera kir. Projeya binesaziya bajar betal kir. Piştî qeyûm hat ser kar, gel û şaredarî ji hev dûr ket. Cîhaza X-Ray kirî û avahiya şaredariyê bi têlan dorpêç kir. Şaredari kir mîna qereqolê. Dema em hatin ser kar, emê berî her tiştî dest bi xizmeta binesazyê bikin. Em dê avahiya şaredariyê X-Ray û telan rizgar bikin.  Em de mala çandê ava bikin. Em de pergala kooperatifê pêş bixin.    MA / Metin Yoksu